DÊRSIM - Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn

15-11-2023
RÛDAW
DÊRSIM - Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
DÊRSIM - Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
Nîşan Seyîd Riza Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê rêberê Kurd Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn.

Îro 86emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza, kurê wî Reşik Husên û hevalên wî ye.

Ew berî 86 salan di rojeke weke îro de li Meydana Genimê ya Xerpêtê hatin darvekirin.

Li Meydana Seyîd Rizaya Dêrsimê hejmarek rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û welatî kom bûn û serok û rêberên Serhildana Dêrsimê bibîr anîn.

Bi heman rengî li gundê Findik Axayê Axdatê jî bîranînek hate kirin.

Findik Axa jî yek ji hevalên Seyîd Riza bû û pê re hatibû darvekirin.

Demjimêr 17:30an jî dê li Parka Seyîd Rizaya li bajêr mûm û çira bêne pêxistin û ji bo wan dûa bêne kirin.

Seyîd Riza, Findik Axa, Hesen Axa, Eliyê Mîrzalî, Reşik Husên (kurê Seyîd Riza), Husênê Seydî û Hesenê Qijî li Meydana Genimê ya Xarpêtê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin darvekirin.

Piştî darvekirinan bûyerên ku 1936an dest pê dikin, di salên 1937 û 1938an de vediguhere qirkirinan.

Li gorî amarên dewletê 12 hezar Dêrsimî hatine kuştin lê li gorî lêkolerên Kurd di navbera 90-120 hezar Dêrsimî hatine qirkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ev hejmar wekî 40–50 hezar destnîşan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst