Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hezroyê ya Amedê kesekî ku zevî cot dikir, rastî êrişa çekdarî hat û canê xwe ji dest da.

Herwiha di êrîşê de kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, li navçeya Hezroyê ya Amedê di navbera S.K. (45) û M.K. (56), K.K. (35) de dijmintî hebû.

S.K. li serê zeviyê bi çeka lûledirêj gule berda M.K. û K.Kyê ku zevî cot dikir.

Di êrişê de M.K. û K.K. birîndar bûn û li ser agahdarkirinê timên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ji birîndaran M.K. li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezroyê tevî midaxaleyan ji mirinê xelas nebû.

Tîmên Tenduristiyê K.K. bir Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Cendirmeyan piştî êrişê ji bo girtina S.Kyê xebat da destpêkirin.