Li Dêrsimê xelk li dijî çêkirina projeyeke ku zererê dide jîngehê meşiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku welatiyan li dijî çêkirina projeyên ku zererê didin jîngehê xwepêşandan kir.

Dêrsim bi xwezaya xwe bi nav û deng e, gelek caran çêkirina kan û projeyên ku zererê didin jîngeha wê parêzgehê bûne sedema nerazîbûnan.

Vê carê jî Şaredariya Dêrsimê biryar daye ku li nêzîkî gundê Tulûkê, Projeya Embarkirin û Jinavbirina Gilêşa Hişk çêbike.

Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidag û xelkê Tulûkê li dijî biryarê daketin kolanan.

Ew heta cihê biryar e ku proje lê were çêkirin meşiyan û civîneke çapemeniyê saz kirin.

“Divê ji gund û ziyaretên me dûr be”

Endama Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidagê Nurcan Koçê anî ziman:

“Cihê projeyê şaş e. Ji bo ku projeyek were bicihkirin, li gorî standartên Ewropayê divê li cihê daristan lê nebe bê çêkirin.

Divê ji cihê nîştecihbûnê dûr be. Divê ji navenda bajêr dûr be. Divê ji gund û ziyaretên me dûr be. Tişta ku em ji Şaredariya Dêrsimê dixwazin ew e ku cihê wê projeyê biguhere.

Pirsgirêk bi gel re bê destnîşankirin û çareserkirin, di vê mijarê de em li benda xebereke xweş in.”

Di wê nerazîbûnê de dirûşmên “Bê xweza jiyan nabe, Dest li xwezaya min nede! Dêrsim li xwezaya xwe xwedî derkeve” hatin bilindkirin.

Welatî dibêjin ji bo bicihkirina Projeya Embarkirin û Jinavbirina Gilêşa Hişk dê 54 hezar û 900 dar li wê deverê bên birîn.

Muxtarê gundê Tulûk Îmam Çelîk got:

“Dixwazin projeya gilêşê li vir çêkin. Wek xelkê gund, ji ber ku ev proje ji bo tunekirina bajar û gundê me ye, em tekez li dijî wê projeyê ne.

Em dê li vir canê xwe bidin lê em nahêlin li vir ew proje bê çêkirin.”

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin:

“Çêkirina wê projeyê di nav Daristana Kirmizidagê de ji bo Dêrsimê karesat e.

Ew proje dê hewa û ava Dêrsimê gemarî bike û li ser jiyana xelkê dibe metirsiyeke mezin.”

“Cihên wiha li Dêrsimê hene”

Welatî Haydar Kocademîr jî got:

“Li ser bingeha lêkolîna xwezaya di nav sînorê Dêrsimê de, cihekî ku ji cihê niştecihbûnê dûr e divê bê hilbijartin.

Herwiha cihekî ku xwezayê û çandiniyê têk nade divê were destnîşankirin. Cihên wiha jî li Dêrsimê hene.”

Endamên Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidag û xelkê gundê Tulûkê dixwazin eger proje bê çêkirin jî li dûrî cihê niştecihbûnê û devereke ne daristan bê çêkirin.