Nêçîrvan Barzanî spasiya Neteweyên Yekbûyî kir

15-11-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî UNAMI Volker Perthes Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkariyên wê yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) Volker Perthes li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkariyên wê yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir.

Di cîvîna Nêçîrvan Barzanî û Volker Perthes de, serdana Perthes a Îraqê û hevdîtinên wî yên bi rayedarên Îraqê re hatin gotûbêjkirin.

Herwiha kar û xebatên tîmên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hevkariyên wê yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê yên li Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî qala girîngiya karên UNAMIyê yên li Îraqê kir û pesnê kar û xebatên wê yên da.

Barzanî diyar kir ku kar û xebatên UNAMIyê sûd gihandiye aramî û pêşketina Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst