Efrîn: Polîsên serbazî 4 welatiyên Kurd girtin

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê polîsên serbazî 4 welatiyên Kurd girtin.

Polîsên serbazî yên Tirkiyeyê li gundê Qeregulê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê welatiyekî Kurd bi tohmeta pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re girt.

Herwiha li bajarê Efrînê jineke Kurd, li gundê Kawendayê ya Racoyê kesekî din û li navçeya Şerayê jî kesek hat girtin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku polîsên serbazî jineke Kurd ku ji gundewarê Helebê vegeriyabû mala xwe, girt lê piştî dayîna 500 dolaran ew berdan.

Polîsên serbazî li navçeyên Raco û Şerayê bi tohmeta pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re 2 welatiyên Kurd girtine.

12ê Çiriya Paşînê jî li bajarê Ezazê welatiyekî Kurd piştî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dersînorkirin ji aliyê polîsên serbazî ve hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst