PWKyê Seyîd Riza bi bîr anî: 'Dewleta Tirkiyeyê ji rêberên Kurd ditirse'

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Seyîd Riza PWK Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera îdamkirina rêberê Kurd Seyîd Riza û hevalên wî daxuyanî da.

Rêberê gelê Kurd Seyîd Riza û hevalên wî yên 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hatin darvekirin.

PWKyê bi daxuyaniyeke nivîskî Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anîn û got:

“Dewleta Tirkiyeyê digot qey bi kuştina Seyîd Riza dê gelê Kurd qir bike û ji holê rake.”

PWKyê tekez kir ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi jenosîdan ranewestiyaye û got:

“Lê Dewleta Tirkiyeyê her wekî ya Şêx Seîd û hevalên wî, cihê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.

Ev jî nîşana wê yekê ye ku dewleta Tirkiyeyê çiqasî ji rêberên miletê Kurd ditirse.”

Daxuyaniya PWKyê wiha ye:

“Dewleta Tirkiyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza, kurê wî Resik Huseyin û Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, dê gelê Kurd ê qedîm û xwediyê kultureke bi hêz qir bike û ji holê rake.

Dewleta Tirkiyeyê bi dehhezaran jin, zarok, kal û pîr dane ber guleyan, qetil kirin.

Bi gotina kesên ku bi xwe faîl û qesasên qetlîamê bûne, dewleta Tirkiyeyê bi jahra mişkan gelê me qir kiriye.

Lê Dewleta Tirkiyeyê her wekî ya Şêx Seîd û hevalên wî, cîhê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cihê mezelên wan nayê zanîn.

Ev jî nîşana wê yekê ye ku dewleta Tirkiyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.

Helbet têkoşîna azadiya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestiyaye.

Neviyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 86emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst