Bi telefona Serokê MHPê yê Basanê peywendî bi gumanbara teqîna Îstîklalê re hatiye danîn

15-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hûrgiliyên nû derbarê teqîna li ser kolana Îstiklalê li navçeya Taksîmê ya Stenbolê ku di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û 81 kesên din jî birîndar bibûn hûrgiliyên nû derketin holê. Derket holê ku bi telefonê li ser navê Serokê MHPê yê Navçeya Navçeya Basanê li Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan tomarkirî peywendî bi Ahlam Albashir hatiye danîn.

Lêpirsîna êrîşa 13ê Mijdarê ya li Kolana Îstîklalê, bi kordînasyona 2 cîgirên serdozger û 8 dozgerên komarê li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê berdewam e.

Li gor medyaya Tirkiyê di nav kesên ku ji ber teqîna kolana Îstiklalê îfadeya wan hatiye standin de Serokê MHPê yê Navçeya Navçeya Basanê li Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan jî heye.

Hat zanîn ku Mehmet Emîn Îlhan ji ber bi telefona li ser navê tomarkirî peywendî bi gumanbara teqînê Ahlam Albashir hatiye danîn.

Îlhan, li ser pirsa T24ê piştrast kir ku ew çûye îfadeya xwe daye û got; "Ji aliyê rêxistina terorê ve hewl dan ku li ser me bilehîzîn.”

Li ser pirsa “xwestine lîstike çawa li ser te bilehîzîn?” jî Îlhan got: “Ez niha ne amade me, ez naxwazim biaxivim.”

Roja Yekşemê 13ê Mijdara 2022ê teqînek li ser Cadeya Îstiklalê li navçeya Taksîmê ya Stenbolê çêbû. Di teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje, hejmara wan kesên bi tohmeta teqîna Cadeya Îstiklalê ya Taksîmê hatine desteserkirin gehiştiye 50 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst