PAKê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî

15-11-2022
RÛDAW
Nîşan Seyîd Riza PAK Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera îdamkirina rêberê Kurd Seyîd Riza û hevalên wî daxuyanî da û ragihand, “dewleta Tirkiyê digot qey bi kuştina Seyîd Riza dê gelê Kurd qir bikin û ji holê rakin.”

PAKê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî yên ku di 15ê Mijdara 1937an de li bajarê Xarpêtê hatibûn darvekirin û daxuyanî da û ragihand: “Dewleta Tirkiyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine. “

PAK tekez dike ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi jenosîdan ranewestiya ye û dibêje: “Lê Dewleta Tirkiyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, cihê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn. Ev jî nîşana wê yekê ye ku dewleta Tirkiyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.”

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

“83 sal berê, di roja 15.11.1937an de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Erase ya Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin.

Dewleta Tirkiyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Eliyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ew dê gelê Kurd ê qedîm û xwediyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkiyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.

Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkiyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkiyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.

Helbete ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Neviyên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mistafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 85emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst