Amerîka, Fransa, Kanada û Almanyayê êrîşên Îranê şermezar kirin

15-11-2022
RÛDAW
Çend welatên cîhanî êrîşa Îranê bo ser navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Çend welatên cîhanî êrîşa Îranê bo ser navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Nîşan Îran Êriş Herêma Kurdistanê Amerîka Almanya Fransa Kanada
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrîşa mûşekî û dronî ya Îranê li ser binke û baregehên partiyên Rojhilat li Herêma Kuridstanê, karvedanên navdewletî li pey xwe anîn. Çend welatên cîhanî êrîşa Îranê bo ser navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Duh 14ê Mijdara 2022an Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koye ya Hewlêrê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêz li parêzgeha Silêmaniyê kir.

Ev êrîşa Îranê bo ser çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê çend karvedan ligel xwe anî û çend welatan şermezar kirin.

Amerîkayê êrîşên Îranê bi “bipêkirina serweriya Iraqê” binav kir.

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Rojhilata Navîn Samuel Warburg ji Rûdawê re got: “Divê wê yekê bizanin ku Iraq welatekî xwedî serwerî ye û mafê ti welatekî nîne êdî, eger Îran be yan çi welatekî din be, wî corî ji êrîşan li nav xaka Iraqê encam bide.”

Di dema 47 rojan de, ev duem êrîşa berfireh a Îranê bû li ser Herêma Kurdistanê.

Êrîşa yekem, 28ê Îlonê, bi rêya mûşek û drona bombekirî, li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Zirgwêr û Şêrawe, li Koye hate kirin ku, tê de 17 kesan canên xwe ji dest dan û bêhtir ji 50 kesên din birîndar bûn.

Di êrîşa roja Duşemê de jî, Koye û Zirguwêz hatin armanckirin, di encamê de, du welatiyan canên xwe ji dest dan ku, yek ji wan pêşmergeyekî Hizba Demokrat e, herwiha heşt welatiyên din birîndar bûn.

Êrîşa vê carê, hevdem bû ligel bangewaziya encamdana xwepêşandanên seranserî Rojhilatê Kurdistanê, ew xwepêşandanên ku Tehran dibêje, partiyên Kurdî li pişt in ku, wan bi “têkder û ajawegîr” binav dike.

Balyozê Kanadayê yê li Iraqê Gregory Galligan, di twîttekê de, tevî şermezarkirinê, dibêje: “Ev êrîş serweriya Iraqê binpê dikin, jiyana xelkên sivîl dixine metirsiyê û tiştekî ji bo çareserkirina daxwazên rewa yên xelkên Îranê bo guherînan nakin.”

Hevdem, Konsulxaneya Giştî ya Almanya li Hewlêrê, di twîttekê de, êrîşên Îranê şermezar kirin û got: “Weke Îlona îsal, em daxwazê ji Îranê dikin, rêzê li serwerî û selametiya xaka Iraqê bigire. Pêwîst e êrîş yekser bêne rawestandin.”

Lê Fermandarê Binkeya Hemze ya Supaya Pasdaran Mihemed Teqî Usanlu ji medyaya welatê xwe re ragihand: “Heta Herêma Kudistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê daxwazên Komara Îslamî ya Îranê derbarê derkirina wan hizban de cîbicî nekin, êrîş berdewam dibin.”

Şanda Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya Iraqê (UNAMI) di twîttekê de tekez dike ku: “Nabe Iraq weke gorepanekê ji bo yekalîkirina kêşeyan bê bikaranîn û pêwîst e rêz li yekîtiya xaka Iraqê bê girtin. Danûstandin di navbera Iraq û Îranê de, derbarê nîgeraniyên ewlehî yên hevbeş take rêya pêşveçûnê ne.”

Fermandarê Binkeya Hemze ya Supaya Pasdaran dibêje, êdî ew dê ne tenê cihê serbazî bikine armanc, lê belê cihê niştecîbûna malbatên wan jî hatine destnîşankirin û ew dê wan bikine armanc.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îran Xalid Ezîzî jî ji Rûdawê re got: “Bi sedema ku neraziyên Îranê li Rojhilatê Kuridstanê serî hildane, Supaya Pasdaran bi bombebaran û topbaranê dixwaze tolê ji Kurdan bisitîne.”

Wezareta Derve ya Iraqê jî, êrîşên Îranê şermezar kirin û ragihand, ew dê hemû rêkarên diplomasî li ser asta bilind li dijî êrîşan didine ber xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst