Parlamenterê HDPê: 25-30 milyon Kurd hene lê dewlet wan qebûl nake

15-11-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan HDP Îmam Taşçier Kurd Seyîd Riza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier ragihand ku li “Tirkiyê bi milyonan Elewî û derdora 25-30 milyon Kurdan hene lê dewleta Tirkiyê wan qebûl nake û mafê wan nas nake.”

Parlamenterê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier ku di çarçoveya salvegera  bi darvekirina Seyît Riza de, îro 15ê Mijdara 2022ê  li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bû, derbarê rewşa Elewî û Kurdên li Tirkiyê û darvekirina Seyîd Riza de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Taşçier bal kişand ser komkujiya Dêrsimê û got “Di komkujiya Dêrsimê de çekên Kîmyayî jî hatin bikaranîn û bi hezaran mirov hatin komkujkirin.”

Îmam Taşçier ragihand ku niha li Parlamentoyê Tirkiyê de derbarê mafên Elewiyan de hinek sererastkirin tên kirin lê ew jî bi temamî nayên kirin  û got: “Em dibêjin Elewîtî  baweriyeke  û ne çande , ew jî dibêjin çand e. li ser vê kar berdewam in dibe ku ev mijar bê Parlamentoyê. Ji bo ku pirsgirêkên Elewiyan bên çareserkirin dê xebatên me berdewam bin.”

Parlamenterê HDPê Taşçier ragihand  ku li Tirkiyê bi milyonan Elewî û derdora 25-30 milyon Kurdan hene lê dewleta Tirkiyê wan qebûl nake û mafê wan nas nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst