Sekreterê PDK-Sê: Teqîna Stenbolê şanoyeke îstixbarata Tirkiyê ye

15-11-2022
RÛDAW
Sekreterê PDK-S Ciwan Ebdulkerîm Siko
Sekreterê PDK-S Ciwan Ebdulkerîm Siko
Nîşan PDK-S Teqîna Stenbolê Rojavayê Kurdistanê HSD PKK MIT Tirkiye Sînan Çîftyurek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî Sûriyê (PDK-S) Ciwan Ebdulkerîm Siko diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi teqîna Stenbolê PKK û HSDê bike armanc û got “Bi rastî em dibînin ev teqîn weke şanoyekê ye ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê û MÎTa Tirkiyê bi vê şanoyê rabûye. Li aliyê din jî dixwaze bandorê li ser raya giştî ya Tirkiyê bike ji ber ku berê wê li hilbijartinê ye.”

Nezalaliyên teqîna li caddeya Îstîklalê ya a Stenbolê  ku têde 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn beşek ji aliyên siyasî û Kurdistanî yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşeke nû ya wî welatî  bo ser Rojavayê Kurdistanê de nîgeran kirine.

Tirkiye îdia dike fermana teqînê ji Rojavayê Kurdistanê hatiye dayîn û gumanbara teqînê jî ji Efrîna di  kontrola wê de derbasî nav Tirkiyê bûye. Piştî daxuyaniyên Tirkiyê di serî de  fermandarê Giştî yê HSDê Mezlum Ebdî, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  Nurî Mehmûd, Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser,  Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ev îdiayên Tirkiyê  bi tundî red kirin û tekez kirin ku ti peywendiya wan bi teqînê  ve nîne.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand li şûna zelalkirina komkjiyê, tê xwestin ku rê li ber êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê bê vekirin. Yek ji endamên wê Komxebatê Sînan Çîftyurek derbarê îdiayên Tirkiyê yên li ser teqînê û armancên wê de ji Rûdawê re axivî.

Endamê Komxebata Tifaqa Kurdistanî Sînan Çîftyurek got “Em rasterast nizanin kê ev komkujî pêkaniye. Lê piştî komkujiyê  wek peyamekê hinek tişt hatine parvekirin ku, ji bo armanca vê komkujiyê me digihîne çend tiştan. Yekem wiha dike ku bi vê komkujiyê proseya hilbijartinan bi jehr bikin û bixin bin metirsiyê. Ev peyamek e. Ya duyem demildest gotin Kobanî gotin Qamişlo û nizam çi. Wate ew peyam dan ku armanca vê  komkujiyê bikin sedema êrîşa li ser Rojava.

Îdiayên Tirkiyê yên derbarê teqînê de beşek ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî nîgeran kirine. Ew jî di wê bawerê de ne ku Tirkiyê hewil dide vê yekê ji xwe re bike hincetek bo êrîş û dijayetiya li ser Rojavayê Kurdistanê.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî Sûriyê (PDK-S) Ciwan Ebdulkerîm Siko di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

Ciwan Ebdulkerîm Siko got "Bi rastî em dibînin ev teqîn weke şanoyekê ye ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê û MÎTa Tirkiyê bi vê şanoyê rabûye. Dixwaze du armancan pêk bîne, yek jê PKKê û HSDê bike armanc. Lê herdû aliyan jî ve teqîn red kir. Li aliyê din jî dixwaze bandorê li ser raya giştî ya Tirkiyê bike ji ber ku berê wê li hilbijartinê ye. Bi rastî ev şano ne gelekî bi rêkûpêkbû."

Heta niha derbarê teqînê de weke gumanbara sereke Ehlam El Beşîr hatiye destserkirin. Tevî ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihandiye 50 kesên din jî bi gumana ku peywendiya wan ligel teqîne û Ehlam Beşîr hene hatine destserkirin, lê hîn jî bi temamî ne zelal e ku kîjan rêxistinê bi çi armancê ev teqîn li nav cergê Stenbolê li caddeya wê ya herî qelebalix pêkaniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst