142 Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê hatine birin û tên dadgehkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji herêman Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê yên Rojavayê Kuristanê, herî kêm 142 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê û grêdayî wê ve hatine girtin, ji bo Tirkiyê hatine birin û li wir hatine dadgekrin.

Hemwelatiyên ku ji herêmên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê yên Rojavayê Kuristanê li ser destê çekdarên opozisyona Sûriyê hatine girtin, hejmarek ji wan ji bo Tirkiyê hatine veguhestin û li dadgehên wê hatine siza dan û li zindanên wê hatine bendkirin.

Ji hersê herêman herî kêm 142 girtî ji bo Tirkiyê hatine birin. 92 girtî ji Serê Kaniyê û Girê Spî ne, 50 girtî ji herêma Efrînê ne.

Orhan Kemal, koordînatorê Saziya Hevdestî ji Rûdawê re got, piştî azadkirina hevwelatiyekî, aşkere bûye ku ew li Tirkiyê girtîbû ye.

Kordînatorê Hevdestî Orhan Kemal got “Ev kesê ku hate berdan di rojên pêşî ên operasyona Kaniya Aştiyê de dema ku hewl dida ji bajêr derkevin ew û du kesên din hatin girtin ji aliyê hêzên Tirkiyê ve û ew derbasî xaka Tirkiyê kirin û ew li wê derê dadgeh kirin. Me wek rêxistina Hevdestî belge kiriye desteserkirina li ser 92 welatiyan ji bajarên Serê Kaniyê û Girê Spiyê, 48 kes ji wan hatine dadgehkirin, di navbera 13 salan heta hukmê heta hetayî li wan hatiye birrîn û rewşa gelek ji wan heta vê gave ne diyar e.”

Ji herêma Efrînê, 11 hevwelatiyên Kurd bi cûda û 3ê welatiyên din bi cuda hatine girtin û ji bo Tirkiyê hatine birin.

Îbrahîm Şêxo, berdevkê Rêxistina Mafên Mirov- Efrîn, ji Rûdawê re got, hin girtî bi tohmetên berî dehên salan hatine dadgehkirin.

Berdevê Rêxistina Mafên Mirov Îbrahîm Şêxo ragihand “3 welatiyên Kurd ên temenê wan mezin ku ji navçeya Raco ne dema karê qaçaxçitiyê li ser sînorê Tirkiyê – Efrînê dikirin wê demê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatin berdan ji ber ku ti tohmet li ser wan tespît nebûnê. Lê piştî ku Tirkiye hat Efrînê dagir kir ew 3 welatî derbasî Tirkiyê kirin ji bo ceza bikin û heta niha hukmê wan nedane. Em jî wek rêxistina mafên mirovan dibînin weke lihevkirina madeya Cinevê ya 4an girtina xelkê Sûrî û derbaskirina ser erdê Tirkiyê li dijî qanûna 4an a Cinevê ye, ji bo hêzeke dagirker ne rewa ye.”

Ji bilî girtiyên ku ji bo tirkiyê hatine veguhestin, hejmareke mezin ji hevwelatiyên ku li hersê herêmn Rojavayê Kurdistanê hatine guhertin cih û çarenivîsa wan heta niha ne diyar in. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn, ji Rûdawê re aşkere kir ku çarenivîsa, bêhtirî 300 jinên Kurd ji Efrînê ne diyar e.