Ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî pêşangehek hat lidarxistin

Dêrsim (Rûdaw) - Bi boneya 85emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza, kurê wî Resîk Huseyîn û navdarên Dêrsimê yên di 15ê Mijdara 1937an de li Xarpetê, û bîranîna komkujiya 1937-1938an a Dêrsimê bi wêne û belgeyan li ber Şaredariya Dêrsimê pêşangehek hate vekirin.

Pêşengeha bîranîna serokê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza û hevalên wî ye, li ber Şaredariya Dêrsîmê.

Di ser darvekirina pêşengên serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza û hevalên wî re, 85 sal derbas bûn.

Serok û rêberên Dêrsîmê, ji aliyê Şaredariya Dêrsîmê ve bi pêşengehekê hatin bibîranîn. Di pêşengehê de belge, wêne, nivîs û rojnameyên wê demê yên arşîva lêkolîner Mesut Ozcan hatin pêşandan.

Lêkolîner û Nivîskar Mesut Ozcan got “Îro ji bo Dêrsim û Elewiyan roja biryarê ye. Wek Pirtukxaneya Vecihi Tumuroglu rojname û wêneyên wê serdemê bînin vir ma wê çi bibe û ka kê çi gotiyê me ev anîn pêşangehê û me xwest mirov bibînin. Ev komkujî çima pêk hat me xwe her kes bizanibe û wek yekem me ev pêşangeh vekir. Belgeyên ewil ên wê serdemê, bi pêşandana wan, em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, me hem jî nîsan da ku ev komkujî çiqas mezin e.”

Hejmareke zêde ya xelkê Dêrsîmê serdana pêşengehê kirin û dibêjin, pêşengehê êş û janên wan nû kirine û ew birine rojên komkujiyê.

Welatî Murat Ser dibêje “Gava ku me belge û rojnameyên wê serdemê yên li vir hatine pêşandan dît, êşên me dîsa nû bûn.”

Welatiyên Dêrsîmê herwiha daxwaza diyarkirina gora Seyîd Riza û hevalên wî dikin.

Rêveberê Saziya Çandê ya Şaredariya Dêrsîmê Ali Mukan diyar kir “Îro me Şaredariya Dêrsimê û Pirtûkxaneya Vecîhî Tîmûroglû rojname, belge û wêneyên ku di wan rojan de hatibûn weşandin, nîşan da. Mezinên Dêrsimê darve kirin, lê heta niha cihê gora wan ne diyar e. Civaka me hîn jî cihê gorên wan kesan dipirse. Ji dema darvekirina wan mirovan hê jî cihê gora wan negotine, em dixwazin cihê gora wan bibêjin.”

Serok û rêberên Serhildana Dêrsîmê ya ku 20ê Adara 1937an destpê kir, Seyîd Riza, Wusenê Seydî, Eliyê Mirzê Silê, Hesen Axa, Findik Axa, Reşik Husên û Hesenê Îbraimê 15 Mijdara 1937an li Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji aliyê rejîma Kemalîstan ve hatin darvekirin.