PYD: Tirkiye dixwaze zemîna êrişên nû amade bike

15-11-2022
RÛDAW
Nîşan PYD Rêveberiya Xweser Teqîna Îstiklalê Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser teqîna Stenbolê ragihand ku Tirkiye bi teqînê dixwaze rê li ber êrişên ser Rojavayê Kurdistanê ve bike û got “Tirkiye dixwaze zemîna êrişên nû yên li ser herêmên me amade bike.” Li aliyê Rêveberiya Xweser jî dibêjê ku ti peywendiya sazî û dezgeheke wê bi teqîna Stenbolê re nîne û ragihand “Ev îdiayên Tirkiyê şanoyeke dûrî rastiyê ne, ku hewl dide bi wan îdiayan rastiyê veşêre.”

Roja Yekşemê 13ê Mijdara 2022ê teqînek li ser Cadeya Îstiklalê li navçeya Taksîmê ya Stenbolê çêbû. Di teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kesên din jî birîndar bûn.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser Îdiayên Tirkiyê yên ku berpirsê êrîşa li Kolana Îstîklalê ku ji aliyê hêzêv wan ve ji Efrînê şandine Stenbolê daxuyaniyek belav kir.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniya xwe de êrişa li Stenbolê şermezar kir û got “Em wê wek kiryareke sûc a li dijî mirovên bêguneh dibînin

Herwiha di PYDê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku bi êrişa li stenbolê dixwaze rê li ber  êrişên nû yên li Rojavayê Kurdistanê vebike û dibêje “Dewleta Tirk ku her roj li herêma me sivîlên bêçek, zarok, jin û temenmezinan li ber çavên cîhanê qetil dike, dixwaze bi zanebûn berpirsyariya vê çalakiya hovane bixe stûyê hêzên me û berê tiliyên sûcdariyê bide herêmên me, da ku bi vî rengî êrişên xwe yên li ser gelên herêmê rewa bike. Her wiha dixwaze zemîna êrişên nû yên li ser herêmên me amade bike. Tişta ku çapemeniya dewleta Tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎTa Tirk ve hatiye çêkirin, armanca wê jî xirabkirina wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bihêztirîn rêxistina terorîst a tundrew li cîhanê têk bir. Armanca vê çalakiya ji aliyê MÎTa Tirk ve; bidestxistina raya giştî ya cîhanî ji bo rewakirina rewşeke nû ya dagirkeriyê ye. Hewldanên bi vî rengî ne nû ne, ji ber ku dewleta Tirk li dijî gelan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyê, xebatên sûc kiriye.

Li aliyê din PYDê bag li civaka nevnetewî kir ku Tirkiyê dixwaze bi van kiryaran bikaranîna çekên kîmyewî veşêre û got “Em bang li civata navneteweyî dikin ku nekeve vê xefika qirêj a dewleta Tirk. Ji ber ku hikumeta şerê taybet a ku niha Tirkiye wê bi rê ve dibe da ku bikaribe bikaranîna çekên kîmyewî li dijî şervanên azadiyê û sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd veşêre.

Rêveberiya Xweser: Ti peywendiya me bi teqîna Stenbolê re nîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ti peywendiya sazî û dezgeheke wê bi teqîna Stenbolê re nîne.

Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de bo raya giştî ragihand ku ew tekez dikin ti peywendiya sazî û dezgeheke wan bi teqîna Stenbolê re nîne.

Ofîsa Pêwendiyên Derve dibêje, tohmetên Tirkiyê şanogerî ne û bêyî ti bingihên lojîkî ne û ev senaryo bi destê Tirkiyê û îstixbarata wê hatiye çêkirin û ew tohmetbara yekem e bi pêkanîna vê teqînê.

Ofîsa Pêwendiyên Derve herwiha tekez dike ku ti tomar û belgeyên tohmetbara bi navê Ehlam el-Beşîr li herêmên wan nînin û daxwaza lêkolîneke navdewletî ya bê bêalîgirî dike da ku rastî bo raya giştî ya Tirkiyê û cîhanî aşkere bibe.

Rêveberiya Xweser di beşeke din a daxuyaniya xwe de îdiayên êrişa li Kolana Îstiklalê red kir û weke senaryoyek bi nav kir û wiha berdewam kir “Di heman demê de em van îdiayan red dikin û dibêjin tu têkiliyên me û saziyên me bi bûyera li Stenbolê re tune ne. Ev îdiayên Tirkiyê şanoyeke dûrî rastiyê ne, ku hewl dide bi wan îdiayan rastiyê veşêre. Her wiha em teqez dikin ku tu belgeyên “Ehlam Beşîr” li cem me tune ne û em banga destpêkirina lêpirsînekê der barê vê bûyerê de dikin ku komîteyên bêalî û navneteweyî li ser lêpirsînê bisekinin û encaman ji raya giştî û Tirkî re eşkere bikin. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku ji van derew û îdiayan bawer nekin ji ber ku armanca dagirkeriya Tirk ew e ku kirîza xwe ya hundirîn veşêre û berê raya giştî bide plan û projeyên nerast. Divê Tirkiyê li siyasetên xwe vegere ji ber ku rêjîma wê destek daye terorîst û çeteyan û heta niha bi wan re têkildar e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst