Polîsan parka Seyîd Riza dorpêç kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsimê polîsan parka Seyîd Riza dorpêç kirin û rê bi daxuyaniya bi boneya 84emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî nadin.

Îro 84 sal di ser darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re derbas dibin û bi vê boneyê biryar bû li parka Seyîd Riza daxuyaniyek bê dayîn.

Lê parêzgariya Dêrsimê hemû çalakî li wê parêzgehê qedexe kirin û polîsan jî parka Seyîd Riza dorpêç kirin ji bo ku rê li ber wê çalakiya bi boneya bibîranîna darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bigirin