Mesrûr Barzanî: Koçber ji aliyê qaçaxçî û bazirganên mirovan ve hatine xapandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa koçberên li ser sînorê Belarus-Polandê asê mane, peyamek belav kir û ragihand, ji rewşa koçberên ser sînorê Yekîtiya Ewropayê “gelek dilgiran im” û dibêje, “koçber ji aliyê qaçaxçî û bazirganên mirovan ve hatine xapandin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, şeva Yekşemê 14ê Mijdara 2021an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye,“Gelekî dilgiran im ji ber rewşa hemwelatiyên me û hemû ewên niha li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê ne.”

Mesrûr Barzanî diyar dike, “Başkirina rewşa wan, berpirsiyariyeke hevbeş a me hemûyan e, ew ji aliyê qaçaxçî û bazirganên mirovan û çend torên derve ve hatine xapandin.”

Di berdewamiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, “Ez ligel hevbeşên me di peywendiyê de me û ji bo piştrastbûna li ser ewlehî û silametiya wan hemwelatiyên me dixebitim.”

Dema çend rojan e bi hezaran koçber ku beşeke zêde ji wan Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne, li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane û her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Ew koçber dixwazin derbasî welatên Ewropayê û bi taybet jî derbasî Almanyayê bibin.

Rêxistinên mafên koçber û penaberan derbarê rewşa wan koçberan de hişyarî didin û daxwaz dikin ku çareseriyek ji bo rewşa wan bê dîtin.

Hikûmeta Polandê jî ku rijd e sînor li ber koçberan veneke, ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarusê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine.

Yekîtiya Ewropayê rejîma Alexander Lukashenko Serokê Belarusê tohmetbar dike, ku bi çêkirina krîza koçberan li ser sînor, dixwaze givaşê li wê yekîtiyê bike, lê Belarus wan tohmetan red dike.