BELGEFÎLM - Ji devê şahidan Komkujiya Dêrsimê

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma "Domane 38" ku ji devê kesên bûne şahidê komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-38an de ku weke “lekeyeke reş” ketibû dîroka mirovahiyê, di Rûdaw TV de hat weşandin.

Belgefîlma "Domane 38" (Zarokên Şahidên sala 38) ku ji aliyê rojnamevan û nûçegihanê Rûdawê Alî Haydar Gozlu ve di nava 6 mehan de hatiye kişandin, yek ji belgefîlma Rûdaw TV ye ku ronahiyê dide dîrokê.

“Me çi dît û çi ji bîr kir”

“Nehat serê we û neyê serê we”

Gotinên wan kesên ku Komkujiya Dêrsima ya sala 1938an bi çavê xwe dîtine. Ligel ku temenekî dûr û dirêj li pey xwe hiştine lê hê ew zilm û zordarî jibîr nekirine û bi kul û keser behsa wan rojên reş dikin ka çi hatiye serê wan û çawa bi hezaran jin û mêr, kal û pîr û zar û zêç li ber çavên wan bikom hatine kuştin. Gotinên wan kesan ku di Dêrsima 1938an de hê zarok bûn.

Gotinên ku bi şerma jibîrkirinê veşartî bûn û bi êşa bîranînên bêdeng dihatin zimên.

Şahidiya di navbera jibîrkirin û bîranînê de ya wan kesên bi nav salan de diçûn.

Ji wan ya herî biçûk şeş, yê herî mezin 15 salî bû. Sala 1938an hemû zarok bûn. Ew bi nav salan de çûn lê bîranînên wan her zarok man.

Hê jî ditirsin…

Meta Sabriye, dema ligel malbat û hemû merivên xwe li ber çeka giran hatin rêzkirin di hembêza dayîka xwe de, 6 salî bû. Bi 12 birînan sê rojan di bin terman de ma. Dibêje, “Belê, tê bîra min.”

Mam Hesen, dema li ber çavên wî pitik dihatin fetisandin 9 salî bû. Dibêje, “Belê, tê bîra min, ma qet min ji bîr nekiriye.”

Dema li derdora Marçikê xelk dikuştin, Meta Şehrîban, ji ser ban temaşe dikir, 10 salî bû. Tê bîra wê…

Wextê li ber çavên wî mirov bi singoyan dikuştin Mam Dawid 7 salî bû. Dibêje, “Dengê wî zilamê dihat singokirin hê di guhê min de ye… Belê tê bîra min.”

Mam Riza 11 salî bû, dema bi sedan mirov li ber çavên wî li pêş çeka giran hatibûn rêzkirin. Dibêje, “Zarok bûm lê aqilê min tam bû, wek îro tê bîra min.”

Dema yekî ji yekî din re digot; “Rayberê min hinekî din xwe nêzîk bike, bila xwîna me tevlîhev bibe, îro roja Hz. Huseyin” e, Rayber û mirîdê wî bi hev ve hatibûn girêdan, Mam Bedrî 15 salî bû. Dibêje; “Çawa dê jibîr bikim, dema fîşekê serê wî firand çavê min li ser xwîşka min bû.”

Hamdî Bey di raporta xwe ya 2ê Sibata 1926an de ji berpirsên xwe re radigihand: “Dêrsim her diçe dibe Kurdî, dibe îdealîzim, metirsî mezin dibe. Dêrsim, kunêreke bo hikûmeta komarê. Astengkirina egera berfirehbûna vê kunêrê bo silametiya welêt ferz e.”

Enqere bilez tevgeriya

Di pêvajoya Tirkkirina kêmîneyên etnîkî û olî de bo qayimkirina otorîteyê Parlamentoya Tirkiyê 25ê Hezîrana 1927an Qanûna Hejmar 1164 derxist. Li gor vê qanûnê, desthilateke berfireh a rêvebirin, leşkerî û darêzgerî ya çavdêriyên giştî hebû.

25ê Kanûna 1935an “Qanûna Derbarê Îdareya Wilayeta Tunceliyê” de ji aliyê Parlamentoyê ve hat derxistin û navê Dêrsimê hat guhertin û kirin Tuncelî.

Sala 1936an, 4emîn Walîtiya Giştî li Xarpêtê hat damezrandin ku bajarên Xarpêt, Dêrsim, Erzîngan, Gumuşhane, Çewlig, Sêwaz û Erzerom li xwe digirtin.

Bi desthilatên taybet, Korgeneral Abdullah Alpdogan bi navê Walî û Fermandarê Tuncelî bo serpereştiya 4emîn Walîtiya Giştî hat danîn.

Di 17ê Mijdara 1937an de Mustafa Kemal Ataturk ji Amedê hat Xarpêtê û ji wê derê derbasî qezaya Pêrtagê ya Dêrsimê bû û tevî merasîma vekirina Pira Singeç a ser Çemê Mûradê bû.

Ji devê şahidan komkujiya Dersimê:

Sabriye Arslan (Ji Eşîreta Alan e û di 1938an de di dema komkujiya Dêrsimê de de 6 salî bû): Şev û roj ranakevim. Ez ji vê dinyayê nerazî me. Ev jî sonda min e.

Bedrî Polat (Ji Eşîreta Demanan di 1938an de 15 salî bû): 4-5 cendirme hatin.Off.

Yemoş Bakiray (Ji Eşîreta Şixan di 1938an de 15 salî bû): Jin ne bi tivingan û ne jî bi makîneyên giran, lê bi destdirêjiyê kuştin.

Davut Tekin (Ji Eşîreta Kureyşan di 1938an de 7 salî bû): Li nav zeviya beramberê me çeka giran danîbûn. Jin, zar û zêç hemû bi hev ve girêdan û rêz kirin.

Şadiye Yuksel (Ji Eşîreta Sûran di 1938an de 9 salî bû): Ataturk hat çû çiyê û piştre zar û zêç, feqîr û fiqare, jin û keç hemû komkirin û anîn.

Şahid Baki Demir: Dema leşker hatin nav gund, mirov wek ajelan kom kirin, çekên giran didanîn û dikuştin.

Emîne Tatar (Ji Eşîreta Kureyşan di 1938an de 6 salî bû): Leşker hatin li keviya çem kom bûn. Hatin singoyên xwe di nav çem de şûştin.

Riza Çîçek (Ji Eşîreta Siliç di 1938an de 11 salî bû): Dema çeka giran li aliyê paşê danîn, mirov anîbûn ber keviya rizdeyê.

Mûsa Tekin (ji Eşîreta Alan di 1938an de 12 salî bû): Ji bo çi bû? Ji ber çi bû? Sedem çi bû? Mirov hemû xistin malên wan û derî girtin. Agir bi zad xistin û di hundir de zindî zindî şewitandin.

Yemoş Bakiray: Destpêkê Kurmancên (Kurdên) Kurdistanê kom dikin û hinekan ji wan dikujin, hinekan darvedikin, hinekan jî sirgûn dikin. Dema sirgûn jî dikin dayîk bo cihekî, kur bo cihekî, dê û bav sirgûnî cihên cuda dikin daku navê wan wenda bibe. Bi awayekî nasnameya kesî neyê bîra wan, nasnameya xwe jibîr bikin. Vê carê dor tê Dêrsimê…

Hasan Alparslan (ji Eşîreta Heyderan di 1938an de 9 salî bû): Di 1938an de 9 salî bûm. Min bi serê xwe dikarî birevim. Dema leşker hatin gundan bişewitînin, em ji Hengirvanê reviyan Çiyayê Yelê. Dema leşker paşde vekişiyan, em vegeriyan. Hemû mal şewitandibûn û ti mal nemabûn. Me ji daran dîwar çêkirin, kevir û ax danîn ser û ketin bin. Me zivistanek wiha derbas kir.

Emîne Tacar: Leşker hatin li keviya çem kom bûn. Hatin singoyên xwe di nav çem de şûştin. Me bi dûrbînan temaşe dikir. Eger bên vî alî disan direvin. Hatin singoyên xwe di nav çem de şûştin. Singoyên xwe şûştin.

Sabriye Arslan: Em li girê Hermezû li zozanan bûn. Dema leşkeran xelk ji jêr ve dianîn, jinên bi temen; di ber me re dibirin û dianîn, temaşe kirine. Gotine, vî miletî ber bi ku ve dibin. Bavê min ji wan vediqete û tê. Li zozan rûdine û bi dayîka min re diaxife, gotiye me dişînin sirgûnê. Cil li me kirin. Dema em anîn hemû kes kom kiribûn, siwariyan derdora wan pêça bûn. Wek vê mekîneyê 4 heb li beramber danîbûn. Wek vê mekîneyê çar heb li beramber danîbûn, leşker li pişt wan bûn.

Şehrîban Aktaş (ji Eşîreta Kureyşan di 1938an de 10 salî bû): Ferman hat, gotin; di biharê de malên xwe vala bikin. Hê meha Adarê bû me mal bicîh hiştin. Bavê min ew û Silêmaniyan koçî aliyê Paxê gundê Şiya Gewre kirin. Em çûn wî alî, beşê me yê din jî koçî aliyê gundê Kavun kirin. Payîzê dema paleyiyê hemû kes vegriyan gundê xwe.

Davut Tekin (ji Eşîreta Kureyşan di 1938an de 7 salî bû): Dema Seyîd Huseyîn hat darvekirin em reviyan. Ber bi daristanê reviyan. Du mehan di nav daristanê de man. Birçî û bê av me çi eziyet û zehmetî dîtin.

Yemoş Bakiray: Di destê artêşê de qantirên mezin hebûn, top û mîtralyoz li wan qantiran bar kiribûn û şev û roj vediguhestin. Hatin, di neqeba Sorpiyan re derbas bûn û li Robayika Kevin danîn. Hemû artêş li Robayika Kevin komkirin. Çadirên mezin vedan.

Zarif Dogan (ji Eşîreta Kureyşan di 1938an de 8 salî bû): Em wê şevê li wir man, bû sibeh. Serê sibehê roj hilat, hemû kes derxistin derve û ketin rê. Leşker siwarî, em dimeşiyan. Em ketin nav daristanê, ap û bapîrê min jî girtibûn. Herdu jî kelepçekirî bûn. Bapîrê min li paş di nav jinan de ma, bapîrê min got, “Dê me bibin bikujin, evder daristan e yê dikarê bila bireve”, kesek nereviya tenê keçapa min reviya.

Nezir Balik (ji Eşîreta Derwîş Cemal di 1938an de 12 salî bû): Di salên 36-37an de dest bi çêkirina Qişleyê (Baregeh-Leşkergeh) kirin, me lê kar dikir. Hoste, ji Izmîrê hatibûn. Gotin hebû ku dê leşker bên Dêrsimê.

Îbrahîm Kur (ji Eşîreta Demenan di 1938an de 8 salî bû): Em dê çawa bigerin, em bo namûsa xwe dijîn. Bi vî awayî, ligel ku cahil bûn jî, bo namûsa xwe, bo keçên xwe berevanî kirin.

Şehriban Aktaş: Leşker, hilkişiyan Harcikê. Em kom bûn ji beramber temaşe dikin. Leşker bi nîgeranî ketin Harcikê. Dema kirin ku rûbar derbas bikin, bavê min bi zarokên xwe de xeyidî. Got; jin û zarokên xwe hilgirin û birevin nav daristanê. Belkî hinek ji we rizgar bibin.

Nezir Balik: Gotin ku leşker hatin, ji aliyekî ve lîwaya Diyarbekirê hatiye, li aliyê din lîwaya Erzînganê hatiye. Li aliyê beramber çadirên xwe vedan. Hostayekî me hebû nizanim Kureyşanî bû? Bav Mensûrî bû? Bi zimanê me diaxifî. Got; bo kuştina we hatine. Min got, çima me bikujin? Ma me çi kiriye, bila biçin bi yên çekên wan hene re mijûl bibin.

Yemoş Bakiray: Artêş ket nav her hemû gundan, hemû bi hev ve girêdan. Jin, mêr, zarok hemû girêdan. Ez çûm min bi çavê xwe dît.

Hasan Alparslan: Gundên me şewitandin, hemû erd û zevî şewitandin. Nan nebû. Dema dibû şev di tarîkiyê de milet diçûn nav zeviyên şewitandî û zad kom dikirin. Piştre hûr dikirin wek ard. Xwê jî nebû. Me av pê dadikir, wek luqme parvedikir.

Sabriye Arslan: Leşkeran li jêr gundi komkirin û hatin. Em jî li zozan bûn. Hatin ji nav zozanan em jî birin. Milet xapandin. Bavê min ji dayîka min re got Ejma netirse, dê me sirgûn bikin. Sirgûn çiye, em komkirin, kuştin. Ew bû.

Bedrî Polat: 4-5 cendirme hatin, em komkirin û dan wan. Gotin wan bibin. Yekî ji wan herdû birayan got; “Guneh e wê keçê nedin wan”. Navê xwîşkeke min Elîf û ya din jî Hatice bû. Dema gotin eger dixwazî te jî dixin nav wan bêdeng bû. Dema em anîn Leya Rayverê, ji Hobarê jî mirov anîn. Huseyinê bê zenî jî anîbûn. Em herdu di yek qefleyê de bûn. Em li Qurçuyê kom kirin, hindik mabû roj biçe ava lê hê ronak bû. Serjimêrî kirin, 4 makîneyên (çekên) sivik danîn.

Riza Çiçek: Ew dem bû ku gelê Halboriyê kuştin. Gelê Halborî ji eşîreta Abasxan in, gelê Şeyid Riza bû. Fermandarê bênamûs ew xapandibûn, yên di nav wan de ziman dizanîn û wergêr dikirin, gotine werin dê mehane ji were derkeve. Hun ji eşîreta Seyid Riza ne, ji ber Seyid Riza mehane ji were derdikeve. Şivanê li çiyê jî dest ji pezê xwe berdabû û hatibû. Em jî biçin daku mehane werbigrin. Anîn û li ser aş rêz kirin.

Baki Demir (ji Eşîreta Alan di 1938an de 9 salî bû): Dema leşker hatin nav gund mirov wek ajelan kom kirin, çekên giran didanîn û dikuştin. Pirs û mirs nebû, yê diket destê wan yekser dikuştin.

Şahid Naciye Karabulut ji Eşîreta Kureyşan di 1938an de 6 salî bû.

Naciye Karabulut: Tê hişê min, wek niha. Xwîşka min xweşik bû, Herzik wêran be, birin wê derê. Li wir kuştin. Ne tenê ew gelek mirov kuştin. Hemû qetil kirin, hemû yên di malê de kuştin.

Emine Tatar: Em çûn li nav daristanê diman, ne li ser me cil û berg diman û ne me dikarî razin, me zarok li pey xwe jibîr dikirin. Dema em direviyan me ji paş ve temaşeyî zarokan dikir. Em ditirsiyan zarok bigrîn û bên cihê me bibînin.

Şehriban Aktaş: Belê me bi çavên xwe dît, ew anîn ber Harcikê û bi şev kuştin. Lê li Mezrayê bi roj kuştin. Dema dikuştin, me dengê çekên giran dibihîst.

Îbrahîm Kur: Li derdora Marcikê vê derê, mezin û biçûk, zar û zêç hemû kes kom kirin, anîn ba hev û hemû kuştin.

Riza Çîçek: Xelk xistibûn sê rêzên dirêj. Dema rêz kirin, çeka giran li beramber wan danîn, anîbûn keviya rizdeyê. Bû gir-gira çeka giran û ew hemû mirov ketin ser erdê. Min bang kir, yabo, yabo… Ew kî bûn? Çima wiha kirin? Got metirse, metirse niha dora me jî tê. Bavê min got metirse.

Şadiye Yuksel: Leşker hatibûn Hagûyê jî.  Te qet Besta Zorê dîtiye. Lê wê derê kuştin. Heyderanî û Demananî hemû kom kirin û anîn wir. Jinek hebû, du kur di hembêza wê de, yek ji kurên xwe danî ser rê. Piştî çend qefle hatin û derbas bûn, kesekî nerahişt zarok. Zilamekî bi temen, êdî kalikê wî bû nizanim, wî rahiştiyê, ligel xwe bir Besta Zorê. Li wê derê hemû kuştin.

Mûsa Tekin: Dem dema paleyiyê bû, zad hatibûn çinîn û deste-deste hatibûn pêçandin. Deste li ser ban hatibûn rêzkirin. Ji bo çi bû? Ji ber çi bû? Sedem çi bû? Mirov hemû xistin malên wan û derî girtin. Agir bi zad xistin û di hundir de zindî zindî şewitandin. Wê demê min li beramber pez diçêrand. Destpêkê li ser Kaniya Viyalê komkujî kirin. Destê hemûyan bi werîs girêdabûn. Ew kuştin, bi lingê wan digirtin û wek daran kom bikî hemû avêtin ser hev. Em li beramber li ber pez bûn, dema agir pêxistin û ew şewitandin yekî ji wan bi êş û jan dikir hewar. Me ji beramber dibihîst.

Emine Tacar: Makîneyên (çekên) giran didanîn, hinek bi vî alî de û hinek bi wî alî de direviyan. Qêrîn û girî… Pora jinan li dar û çiqlên wan dialiqî, memikên wan jê dibûn. Milê wan ji laşê wan vedibûn. Makîneyên giran. Xwedê wan salan careke din paşde venegerîne. We nedît, hun nebînin.

Yemoş Bakiray: Lingê wan bi qeyd û dest kelepçekirî hemû li Çiyayê Spî kuştin. Vegeriyan li gundê Robayika Kevin her kî hebû hemû kuştin. Zarokên biçûk paqê wan ji hev dikirin û parçe kirin, bi lingê wan digirtin û ji hev cuda dikirin. Jin ne bi tivingan, ne jî bi makîneyên giran lê bi destdirêjiyê kuştin.

Hasan Alparslan: Em çûn ku milet kuştine, bi singo zikê jinên ducanî qelişandine, zarokê di nav zikê dayîka xwe de derxistine û avêtine ber tavê. Ewê bêguneh û paqij avêtine derve. Me çi dît, me çi nedît…

Davut Tekin: Li nav zeviya beramberî me makîneya giran danîbûn. Jin, zar û zêç hemû bi hev ve girêdane û rêz kirine. Li wan reşandin, wek min got di yek carê de hemû xistin ser erdê. Vê carê jî singo danîn ser çekên xwe û yên ketine ser erdê singo dikirin. Zarok bi serê singoyan vedikirin û diavêtin nav zeviyê. Singo li wan didan, neku sax bimînin li wan didan.

Îbrahîm Kur: Wê demê yên ji me mezintir û biçûk, bapîrê min Hasan Axa, zarokên wî, meta min, pîrika min, xwîşka min, 3 birayên min, li aliyê Şekerman dayîka min ew girtin û anîn bi saxî di rizdeyên Paxê re avêtin xwarê.

Sabriye Arslan: Du mêr bûn, yek Kemal û yek Huseyin bû, yek Yemoş û yek Hacer du keç bûn. Ez jî ligel dayîk û bavê min em 7 kes bûn. Em her heft birin û kuştin. Ji wan 7 kesan tenê ez rizgar bûm.

Hasan Alparslan: Cebraîl Axa xeber şand ji bavê min re, daku Xidir Axa biçe aliyê wan, cebilxaneya wan kêm bûye, cebilxaneyê ji wan re bibe. Bavê min rahişt sê sindoq cebilxane û em bi hev re çûn aliyê Demamenaniyan. Em çûn ku di bestê de cih çêkirine, pêşiya wê vekirî, dar danîne ser û bi çiql û hejan girtine. Ji ber pel û ax danîbûn ser tiştek ne diyar bû. Leşkeran derdora me girt, her kesî rahişt tivinga xwe û dest bi şer kirin. Zarok digiriyan haş nedibûn. Wê rojê 7 zarok fetisandin. Dê birayê min ê biçûk Paşa bifetisandina lê Cebraîl Axa nehişt.

Bedri Polat: Du xwîşkên min ligel min bûn, dema dest bi teqekirinê kirin serê xwîşkeke min firiya. Wê demê çavê min li ser bû. Navê xwîşka min Hatice bû, dema fîşek hat min hest pê kir ku destê min germ e. Wê demê beşek ji destê min ligel serê xwîşka min çû. Herdu xwîşkên min kuştin. Birayê min biçûk bû 4 salî ew jî kuştin. Bavê min jî kuştin.

Zarif Dogan: Ew birin li Besta Kilê kuştin. Niha biçe Besta Kilê ka çi dibînî, hestiyên mirovan hemû sor û qul qulî. Danîne ser hev û ax pê dakirine. Tişta me dîtiye tenê Xwedê dizane.

Şadiye Yuksel: Çawa ne zehmet bû. Em çûn me dît, Besta Zorê, tejî term bû. Hinek birîndar, lingê hinekan nebû, hinek jî milê wan nebû. Xwedê wan rojan careke din pêşan nede rojên gelekî zehmet û dijwar bûn.

Bedri Polat: Huseyin Îbrahîm û Rayver herdu bi hev ve hatibûn girêdan. Dema Rayver ji qedûm ket wî rahişt destê wî û got: “Li ber xwe bide Pîrê min, rabe roja Hz. Huseyîn e. Nêzîk bibe daku xwîna me tevlîhev bibe.” Êdî şev tarîk bû, hindik mabû heyv derkeve. Rahiştin lingê me û em ji kendal avêtin nav avê. Wek daran biavêjê em avêtin nav avê. Li ser pişta miriyan di nav avê re çûm, li qeraxekê ji avê derketim. Heta ber bi gund meşiyam, li gund tirs û nîgeranî hebû, min wiha zanî leşker hene. Gotin, vî bigrin û bidin leşkeran, dê leşker pey şopa xwînê de bên û bibînin, dê me hemûyan bikujin. Ez ji wê derê reviyam. Dema paleyiyê û germ bû. Ez çûm Gomanê. Dema Seyîd Mehmet û Mistefa ez wiha dîtim giriyan.

Davut Tekin: Bavê Ali Kaya girtibûn û ji jor dibirin ba miriyan. Ji jor singo lê didan û dianîn. Dema singo lê didan, dikir qêrîn û digot “yabo, yabo”. Hewqasî baş tê bîra min. Ew jî bi singoyan kuştin. Bi wî awayî kuştin. Wê demê gelek kiwarên wî yên mêşa hebûn, agir bi kiwarkên wî xistin û şewitandin. Dûmaneke reş ber bi esman ve bilind dibû.

Sabriye Arslan: Yekî got Elî. Tu çima hatî, dema got dê me bikujin, bavê min birayê min hembêz kir, wextê got Kamilê min Kamilê min li me reşandin. Êdî rojeke du roj e derbas bûne, leşker ji derdora me çûne. Ew leşker hatiye û malbata Hasan Axa biriye. Leşkerê wiha li me kir hatiye û malbata Hasan Axa jî biriye. Meta min hat û li nav miriyan geriya, ez li ber latekê bûme. Hinekî tê bîra min. Destê min ji derve bûn. Jinekê got, Metê ya li wê derê keça Ejma ye. Got ev çarikên dayîka te ne. Çarik avêtine ser xwe. Min di jêr terman de temaşe kiriye, axîfî me, tevlebitî me nayê bîra min, meta min ez ji bin cesedan derxistime.

Hasan Alparslan: Eger na dê hemûyan bikujin, li wê derê herî kêm 300 kes hebûn dê hemûyan bikujin. Jin, mêr, zarok dê hemûyan bikujin. Digirîn, zarok birçî ne. Vê pitikê bifetisîne, ji dêlva 300 kes bimrin bila 10 kes bimrin.

Zeynel Kurukafa: Hinekî li xwarê aşê Seyîd Kasim heye. Li wê derê gaz bi wan dakirin û şewitandin. Nêzîka 70ê kesan xistin hundir, gaz bi wan dakirin û şewitandin.

Yemoş Bakiray: Hecer, Hozat, Çiyayên Heyderan, Çiyayên Demenan, aliyê Pîlvenkê fermana hemû cihan derxistine. Di heman demê de artêş ket nav hemû gundan, bi makîneyên giran reşandin û agir bi malan xistin.

Riza Çiçek: Dema reşandin ên li rêza paşê, xwe avêtin erdê. Dema li rêza pêşî reşandin, ên di rêzên paşê de xwe avêtin erdê, term jî bi ser wan de ketin. Kurê gawiran, yek bi yek di kendal re avêtin xwarê, li ber dareke gwîzan hebû, bi qasî malekê bilind bû. Li pişt wê gwîzê term ketibûn ser hev heta bi bejna gwîzê. Yên sax di bin de bûn, term bi ser wan de avêtin.

Bedri Polat: Li peravên çem li Mazgirtê kuştin, li peravên Harcikê kuştin, li Sagirê kuştin, li Dînarê kuştin, li Turuşmekê kuştin, li Demirkapi kuştin.

Huseyin Ali Gah li Mazgirtê kuştin. Riha wî dirêj bû, dema ew girtin û anîn em li Hopikê bûn. Cendirmeyan anî. Got: “Van zaliman reh bi min ve nehişt.” Bi riha wî ew kişkişandibûn û anîbûn.

Hasan Alparslan: Li gelek cihan pitik (zarok) fetisandin. Ji cihê bi navê Haskarê dema diçûn Pira Sor, li wê derê 4-5 zarok fetisandin. Leşker ketine nav bestê, aliyê jor şikeft e, gel di nav şikeftê de ne 30-40 kes. Zarok digrîn, ji tirsa ku dê leşker bên me hemûyan bikujin 4-5 zarok li wê derê fetisandin. Ma ne tenê li cihekî bû, çi qewimî.

Emine Tacar: Digeriyan, dikuştin. Xwedê pêşan nede dinya tarîk bû. Hemû kes ditirsiya, kesî xwarin nedixwar, hêza kesî ya revê nebû. Me çi dîtin, çi jibîr kirin.

Zeynel Kurukafa: Dan ber singoyan, şewitandin, jin û keç bê lome be, birin… We nedît, înşelleh nabînin.

Sabriye Arslan: Em yek hefteyê di nav miriyan de man. Dewriye hê jî li derdora me digeriya. Cendirmeyan kî tevdilebite? Kî dijî, bo kuştinê kontrol dikirin. Sê roj piştre hatin yên li mala Hasan Axa birin û kuştin.

Bedri Polat: Hemû kes kom dikirin û dixistin hundirê xanî, digotin li vê derê rawestin sibe em tên we dişînin sirgûnê. Bi şev diçûn hemû dikuştin û dihatin. Gelê Halvoriyê kom kirin û anîn, niha li wê derê qereqol heye. Berê li wir şikeft hebû. Hemû anîn û ji latên di ser şikeftê re dan ber singoyan û avêtin avê. Li Demirkapi gelek kuştin, li Besta Laçê gelek kuştin. Li Çiyayê Surê kuştin. Bi koteber dikuştin, kevir li ser kevir nedihiştin. Zevî şewitandin. Mal şewitandin, pez û dewar şewitandin.

Emine Tacar: Tirk bûn yên dihatin Kurd dikuştin. Kurdan ji nav dibin.

Sabriye Arslan: Belê. Wê demê wiha li destê min hat. Diwazdeh birînên min hebûn. Diyar e cihê birînan nemaye. Ne daîmî bûn. Her diwazdeh birîn jî ne gelekî kûr bûn. Ew karê Xwedê ye. Eger kesek ji wir rizgar bûbe karê Xwedê ye, ez ji wê derê rizgar kirim.

Bedri Polat: Dema berê xwe didî yên li Marcikê hatin kuştin, wiha dizanî keriya pez e di bin pinê kundiran de. Kesên li Sagirê hatin kuştin bi ax û keviran ser wan hat girtin. Li Turuşmekê xelk xistin nav aşan û kuştin. Li perava ber Turuşmekê qetil kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Ez çî din bibêjim, kevir li ser keviran nehiştin. Erd û zevî şewitandin. Zindiyek bi çend singoyan dimire? Singo li jinên ducanî didan û zaroka nav zikê wan derdixistin û diavêtin derve. Digot, “Ev sibe yan rojeke din dibe dijminê me”. Zarokên biçûk wek hedef bikardianîn. Leşker, ji bo li hedefê bidin diketin pêşbirkeyê. Êdî çi bibêjim…

Zeynel Kurukafa (ji Eşîreta Derviş Cemal di 1938an de 14 salî bû): Yên dihatin leşker bûn, dewlemendên Kurmancan ligel wan bûn. Leşker hatin kuştin û çûn. Ev aliyê jor Mêrga Seyid Qasim e. 70 kes li vê derê kuştin, li vê derê rê hat çêkirin, hemû kes hatin miriyên xwe birin û li Mêrga Seyid Qasim veşartin. Piştre ban jêre hat çêkirin. 70ê mirî jî li wir veşartin. Paşê ban-seqf jêre hat çêkirin.

Hasan Alparslan: Rehma Xwedê lê be Silo Pit rabû û çû. Li Çiyayê Sor tevlî şer bû. Demjimêr nebû lê derengê şevê bû, şer rawestiya. Silo Pit û yên ligel bi 9-10 tivingan derketin û hatin. Yek ji tivingan jî çeka giran bû. Silo Pit, liber roniya wek mûmê li ser şalekê bi kêra xwe çeka giran eyar dikir. Bavê min got, Silêman tu bi çi ve mijûl dibê? Wî jî got; min eyar kir daku yek yek biavêje. Xwendin û nivîsîna wî nebû.

Mûsa Tekin: Leşkeran keça wê li jorê kuştibûn. Ew hatibû berê xwe bide terman, tenê çarikek dabû ber devê xwe. Min rahişt destê wê û bir keviyê. Ji bêhna terman ji hişê xwe çû û ket nav avê. Min hêdî hêdî ew jin ber bi xwe de kişand, carna min lingê wê digirt carna serê wê, carna jî li hev dizîvirin û min ew bir aliyê din ê çem. Li aliyê din min ew bi ser zik ve dirêj kir, av ji devê wê dihat. Heta demjimêrekê ancex hat ser hişê xwe. Got; min rake, dema hinekî hatim ser xwe hino hino em biçin, tiştekî em bikin nîne.

Baki Demir: Meseleya wan zarokan, beşek ji Heyderaniyan komkirin û anîn, ew xistin nav xanîkê tenişt mala me. Nîvro bû, birçî bûn. Dayîka min bo wan nanê bi rûn amade kir. Xanîk li beramber bestê û mala me li vî alî bû. Min nan da wan xwarin, min ew ji xanîk derxistin û got di deriyê din re birevin û xwe di nav bestê de veşêrin. Jinê got, keçên min jî bide min. Ez tirsiyam keçikan bidimê. Ez fikirîm ku bizanin hejmar kêm e hinekan ji me li şûna wan bibin û bikujin. Ez tirsiyam keçikan bidimê. Wê rojê ew hemû li aliyê din ê bestê kuştin. Roja duyem lehî rabû, lehiyê hemû term dan pêşiya xwe û birin.

Sabriye Arslan: Ez 20 rojan li nav daristanê hatim bixwedîkirin. Piştî wê komkujiyê muxtaran diçûn gilehî dikirin. Li mala kê birîndar hebûna yên di malê de dikuştin. Hê dewriye digeriyan. Leşker digeriyan. Tê bîra min. Meta min ez li ber lingê muxtar dirêj kirim û lave jê kir. Got neçî gileh nekê, min ev sêwiya bi tenê rizgar kiriye. Yekser dûr ket. Got ma ez dê çawa tiştekî wiha bikim. Tişta meta min kir tê bîra min.

Zarif Dogan: Dema ji bo kuştinê em ber bi Duzgun Baba ve birin efû derket. Wextê em li ber Qişlê bûn leşkeran ji paş ve bang kirin û gotin “efû hatiye wan berdin”.

Şehriban Aktaş: Dema ew çûn nav daristanê û reviyan, me dît ji aliyê Dêrsimê ve du siwarî tên. Wiha dihatin, wiha dihatin te digot qey wek çûk difirin. Bavê min got; bi alîkariya Xwedê efû derket. Alek di dest siwariyan de bû dihejandin. Di demekê de ku dê belav bibûna dîsan paşde vekişiyan. Bi vê yekê gel rizgar bû.

Yemoş Bakiray: Belê belê, hemû tên bîra min. Dema tê bîra min mêjiyê min tevlîhev dibe, ji ber min ew milet wiha dît û ew ciwan wiha dîtin. Şev û roj li bîra min e ji bîr nakim. Em çi bikin, zaliman wiha li me kir, em kuştin.

Sabriye Arslan: Em 7 kes bûn. Ji 7 kesan tenê ez mam. Êdî gotin nema. Hemû gel kuştin, ma ne malek û du mal. Hemû gel ji nav birin, feqîr û fiqare di bin lingan de man.

Hasan Alparslan: Em Elewî ji Kerbelayê û heta niha 1400 sal e qeçax in. Hz. Huseyîn got; ez nekeniyam hun jî mekenin heta qiyametê. Ev nifira wî ye bo me.

Ibrahim Kur: Dêrsim bo namûsa xwe ji nav çû. Dêrsim, eger na ji ber van qereqolan dê bi rûmeta jin û keçan bilîstana. Lewra bêrûmetî qebûl nekir.

Baki Demir: Gundiyên Xacerî û Gomemîş hemû kom kirin, çekên giran li derdora wan danîn. Berî fermana teqekirinê bê dayîn ji neqebê sê qasid xuyakirin. Di destê wan de al hebûn, hewar dikirin…

Encam:

13ê Îlona 1937an Seyid Riza ku bo rêkeftinê hatibû bangkirin, hat girtin. Darizandina ku piştî operasyona leşkerî hat kirin 15ê Mijdara 1937an bi dawî bû. Fermana darvekirina 11 kesan hat derxistin.

Li gor amarên fermî yên dewletê 13 hezar û 160 kes, lê li gor çavkaniyên serbixwe zêdeyî sê qatê wê hejmarê mirov hatin kuştin.

110 leşker hatin kuştin.

Nêzîka 12 hezar mirov neçarî koça bi zorê hatin kirin.

Wê demê nifûsa Tirkiyê bi giştî 13 milyon bû.

Yekem firokevana jin a Tirkiyê û keça manewî ya Mustafa Kemal Ataturk ku di Komkujiya Dêrsimê de rolekî serekî dît, di hevpeyvîneke xwe de dibêje, “Min Dêrsim bi awayekî bêrehmane bombebaran kir” û didomîne: “Li meydana şer avêtina bombeyan bo ser armanceke zindî, qet hestê dilpêşewitînê nade mirov. Mirov tenê dikeve pey armanca xwe daku bibîne û lê de."