Alî Babacan li Xarpêt û Çewlîkê beşdarî di kongreyên partiya xwe de kir

15-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêkeftinê (DEVA), Alî Babacan îro li Bakurê Kurdistanê beşdarî di kongreyên partiya xwe yên li Xarpêt û Çewlîkê de kir û ragihand, partiya wan ji bo wekhevî, dadmendî û azadiyê hatiye avakirin.

Di berdewamiya organîzkirina rêxistinên xwe li parêzgehên Bakurê Kurdistanê de, Partiya Demokrasî û Pêkeftinê (DEVA) ya bi serokatiya Alî Babacan, li her du parêzgehên Xarpêt û Çewlîk ên Bakurê Kurdistanê kongreyên xwe yên xwecihê saz kir û serokê partiyê jî beşdarî di van kongreyan de kir.

Alî Babacan rexne li rewşa niha ya li Tirkiyê girt û diyar kir, partiya wan li çar aliyê Tirkiyê nefeseke nû aniye û got: “Tirkiye bûye welatekî cihê tawanên fikrî. Partiya me ji bo wekhevî, dadmendî û azadiyê birêket. “

Babcan herwiha got: “Em ji hev parçe nabin û kesî jî ji hev dabeş nakin. Em civakê jî ji hev naqetînin û emê bi hev re birînên Tirkiyê derman bikin.”

Serokê Giştî yê DEVAyê destnîşan kir, partiya wan ji bo rewşa niha ya Tirkiyê çareser e û çareserî did estê wan de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst