Bendava li Tirbespiyê li ber herifînê ye û gundiyên nêzîk bendavê bang li Rêveberiya Xweser dikin

15-11-2020
Muhenned Îbrahîm
Bendava Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. Wêne: Rûdaw TV
Bendava Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bendava Tirbespiyê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê hinek bendavên biçûk hene. Li gundê Mizgeftê li Tirbespiyê bendaveke biçûk heye ku kevin bûye û asta avê jî gelekî bilind bûye, êdî av di ser re diçe, lewma metirsî heye eger baran bibare ew bendav biteqe. Xelkê gundê kêleka bendavê daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin, ku ava bendavê berdin û dest bi çakkirina wê bikin.

Ev Yek ji bendavên ku bonsaziya wê roj bi roj diherife û rêjeya avê lê bilind dibe, gefa li ber birina beden bendavê û van xaniyên herî di vê zivistanê de carek din xelkê Dorpêç dike .

Ednan Mislim ji neştecihên gundê Mizgeftê yê ser bi navçeya Tirbespiyê ve ye, mala wî û sê birayên wî li qiraxa çem e û îsal ji kêşeyên bendavê ditirse,  ji ber ku proseya çakkirina heykelê bendavê ji aliyê Gerînendeya Çavkaniyên Avê weke ku sala bihorî hatibû plankirin, serkeftî nebû.

Ednan Mislim dibêje: “Îro asta ava bendavê gelekî bilind bû, lewma hinek avê bera van newalan dan, av gihîştiye astekî metirsîdar, metirsî heye bendav biteqe, em ji deshilatê dixwazin ava bendavê kêm bikin berî ku baran bibare û metirsî li ser bendavê çê bike.”

Gerînendeya berhemên avê ya Rêveberiya Xweser ji 5 saln ve kar li ser çavdêriya rewşa 3 bendavên li herêma Firatê û 10 bendavên li  Cezîrê dike, piraniya kar li ser bendavên Firatê ji bo eletrîkê dihat kirin, bendavên ku di xeta gefa herifandinê de ne, 2 li Dêrik, 1 li Çil Axa û bendavek jî li Tirbespiyê ne.

Hevserokê Gerînendeya Berhemên Avê li Rêveberiya Xweser, Mûsa Xelef têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Bendava Mizgeftê nêzîkî 19 milyon metrekûp av lê heye, ya Maşûq nêzîkî 2 milyon metrekûp e, ya Çil Axa nêzîkî 10 milyon metrekûp, ya Zexîre 24 milyon metrekûp, ya Sefwan a herî mezin nêzîkî 48 milyon metrekûp e, ewana ji bo ava vexwarinê ne bi taybet, sedê Haikmiyê heye ku 6.5 milyon metrekûp e û ya Borzê jî 3 milyon (metrekûp) e. Bi rastî par me çakkirin ji bo bendava Zexîre anku Bab el Hedîd re kir, sala berî wê jî ji bo bendava Mizgeftê bû, a niha îsal jî me xwe hazir kiriye ji bo çakkirina bendava Borzê.”

Sala derbasbûyî ji ber barana zêde û depokirina ava 4 salan, li Dêrikê û Çil Axa zêdeyî 40 xanî herifîn û 13 pirên ku gund û bajaran bi hev ve girêdidan şikestin, li Til Hemîs, Til Birak û Cezaya jî ji ber ava wan bendavan lehî rabû û gelek ziyan giha mal û sewalên xelkê.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de 13 bendav hene, sê ji wan bendavan mezintirîn çavkaniyên berhemanîna elektrîkê ne li ser asta tevahiya Sûriyê, herwiha 4 bendav jî temenê wan vedigere bo zêdeyî 50 salî, lewma metirsiyê li ser gund û malên qiraxa wan bendavan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst