Asya Ebdullah: Danûstandina bi ENKSê re giring e û dê nêzîk destpê bike

Qamişlo (Rûdaw) - Endama Şanda PYNKê bo danûstandinên ligel ENKSê, Asya Ebdullah ji Rûdawê re got, ji ber ku aliyê sêyem ku Amerîka ye ji bo civînan ne amade ye, navber ketiye di nava danûstandinan de, lê tekez kir, di dema bê de dê danûstandinên wan berdewam bin.

Asya Ebdullah da xuyakirin, ku ew berdewamiya danûstandinên ENKSê û PYNKê “giring” dibînin û  got, ew rawestiyana niha ya danûstandinan demkî ye û ne bi biryara herdu aliyan e, lê ji ber wê yekê ye ku aliyê garantor ku Amerîka ye ji bo civînan ne amade ye û di dema bê de dê danûstandinên wan berdewam bin.

Bi gotina Asya Ebdullah, danûstandinên di navbera PYNK û ENKSê de li ser sê beşên “avakirina Lêvegera Kurdî, beşdarbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de û herweha li ser pirsa ewlekarî”, têne kirin.

Asya Ebdullah derbarê berdewamî û encamên danûstandinan de jî ji Rûdawê re got: “Li ser beşa Lêvegera Kurdî, ji bo ku lêvegereke Kurdî ava bibe, nîqaşên wê temam bûne, hem li ser prensîpên Lêvegera Kurdî û armancên wê û dê çawan kar bike, li ser kîjan mijaran dê kar bike, li ser van mijaran gelek civînên hevbeş hatin lidarxistin bi amadebûna HSD û şandeya Amerîkî, nûneratiya karûbarê derve ya Amerîkî, ew beş me bi dawî kiriye. Li ser beşa Rêveberiya Xweser jî hinek nirxandin çê bûn, a niha em gihîştine merheleyekê ku êdî beşa Rêveberiya Xweser jî temam bibe.”

Endama Şanda PYNKê û rayedara Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir, “dema ku beşa Ewlekariyê jî temam bibe, wê demê em dikarin bêjin îtîfaqa di navbera ENKS û PYNK de bi dawî dibe, wê demê jî dê (rêkeftin) ji bo raya giştî bê aşkerekirin.”

Asya Ebdullah destnîşan kir, ew di vê baweriyê de ne rêkeftina di navbera ENKS û PYNKê di wê qonaxa niha de, “hem ji bo Rojavayê Kurdistanê û hem ji bo tevahiya gelê Kurdistanê giring e.”