Mezlûm Ebdî pêşwazî li şandeke Amerîkayê kir

15-11-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Mezlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê Amerîka David Braunstein
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - General Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) pêşwazî li Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê yê nû, David Braunstein kir.

Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê yê nû, David Braunstein bi serdanekê li Rojavayê Kurdistanê ye û îro Yekşemê 15ê Mijdara 2020an, ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Gerneral Mezlûm Ebdî ve hat pêşwazîkirin û herdu alî bi hev re civiyan.

Di twîtekê de, General Mezlûm Ebdî ragihand, ku ew û David Braunstein civiyane û di derbarê pêşeroja Sûriyê û pêkanîna aştî û azadiyê de gotûbêj kirine.

General Ebdî herwiha got, hêviya wan ew e ku ligel hemû aliyên Sûrî kar bikin ji bo ku bi hev re astengiyan derbas bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk di twîta xwe de wiha dibêje:

“Ez şanazim ku pêşwaziyê li cîgirê nûnerê amerîkî yê nû yê ji bo Sûriyê birêz David Braunstein dikim. Em ji bo pêşerojeke ku ji hemû gelê Sûriyê re aştî û azadiyê pêk bîne, xwedî nêrînên hevbeş in. Em dixwazin bi hemû birayên xwe yên Sûrî re kar bikin, da ku astengiyên heyî derbas bikin û vê armancê pêk bînin.”

Amerîka di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dike û alîkariyên leşkerî dide wê hêzê. Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî herwiha çendîn caran ragihandine, ku ji bo şerê dijî terorê û DAIŞê, HSD yek ji hevpeymanên wan ê sereke li navçeyê ye.

Herwiha Artêşa Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola HSDê de xwedî hêz e û çend baregehên wê yên leşkerî yên Amerîkayê li wê derê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst