Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê: Em şerê Kurd û Kurd heram dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û şandeya Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê civiyan, piştî civînê Hevserokê KNKê Ehmed Qeremûs ragihand ku ew şerê di navbera Kurdan de heram dikin.

Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê îro 15ê Mijdara 2020an li Hewlêrê pêşwazî li şandeke KNKê kir û piştî hevdîtinê civîneke hevbeş a rojnamevanî hat sazkirin.

Roja 04.11.2020, li sînorê Çemankê ser bi qezaya Amêdî, mîneke çandî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û 2 pêşmerge birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.” Vê bûyerê karvedanên navxwe û cîhanê li xwe anîn

Endamê Yekîtiya Parlamenterê Kurdistanê Kardo Mehemed bal kişand li ser rewşa Herêm Kurdistanê ya taybetî bi wê bûyera 4ê Mijdarê ve û diyar kir ku ji bo asayîkirina rewşê biryar dane ligel KNKê kare hevbeş bimeşînin.

Kardo Mehemed da zanîn ku bi mebesta pêşxistina diyaloga di navbera Kurdan de 21ê Mijdarê bi navê “Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî” konferansek online bê sazkirin û nûnerên rêxistin û partiyên siyasî, rojnamevan, çalakavan, rewşenbîr û kesayetên serbixwe bo wê konferansê bêne vexwendin.

Hevserokê KNKê Ehmed Qeremûsê amaje bi wê yekê kir ku mebesta serdana wan ew e ku rê li ber “alozî û gengeşeya li Başûrê Kurdistanê” bigirin û got: “Em şerê Kurd û Kurd heram dikin. Nabe bi ti awayî û rengî şerê navxweyî pêk were. Pêkanîna diyalog û danûstandinan ji bo  herdu aliyan KNK û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê gelek girîng e.”

Ehmed Qeremûsê da zanîn ku wan biryar daye li ser asta herçar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li diasporayê konferanse were sazkirin û hemû aliyên siyasî, nûnerên rêxistinan û hinek kesayetên serbixwe bo wê konferansê bêne vexwendin.

Hevserokê KNKê herwiha şerê di navbera Kurdan de weke kembaxê û wêranî bi nav kir û got: “Em ti caran şerê navxwe qebûl nakin û heta ji destê me were em dê rê li ber bigirin. Çi konferans, civîn an jî danûstandin be, Yekîtiya Parlamenterê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurdistanê li ser li hev kiriye û em dê bi hev re kar bikin.”