Nêçîrvan Barzanî: Yasaya deyn mezintirîn şikest e bo siyasiyên Iraqê

15-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna her sê serokatiyan di kongreyeke rojnamevanî de li ser projeyasaya deyn ku Parlamentoya Iraqê pesend kiriye, tekez kir, “Yasaya deyn mezintirîn şikest e ji bo siyasiyên Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî ev pêngav weke şikesta aliyên Iraqê di birêvebirina Iraqê de bi nav kir û got, “ya ku çêbûye, ji bo me surprîzeke mezin bû.”

Têkildarî dabînkirina mûçe, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, karê wan ê herî pêş dabînkirina mûçe ye û spasiya xweragiriya fermanberan û xelkê Kurdistanê kir û got, “divê Bexda di zûtirîn dem de hizir li çareserkirina vê mijarê bike.”

Derbarê rêkeftina 50 salî ya Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê û rêkeftina li gel Rusneftê û bandora wan li ser rêknekeftina Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ti peywendiya rêkeftina 50 salî ya Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê û Rusneftê li gel rêknekeftina Bexda û Hewlêrê ve nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ew yasaya ku hatiye pejirandin, ne li dinî partiyeke siyasî, lê belê “tam li dijî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye”. Nêçîrvan Barzanî da zanîn, hêzên siyasî yên Iraqê bi vî karê xwe derba herî mezin li aştî û pêkvejiyanê dan.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, Herêma Kurdistanê bi hemû awayî amade ye li ser hemû pirsgirêkan li Bexdyaê gotûbêj û rêkeftinê bike û ragihand, dema wê yekê hatiye ku Bexda şêweya serederiya xwe li gel Herêma Kurdistanê biguhere.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst