Selahattîn Demîrtaş ‘Xelata Wêrekiya Siyasî’ wergirt

15-11-2019
RÛDAW
Nîşan Progressive Alliance Selahattîn Demîrtaş Xelata Wêrekiya Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li Swêdê ‘Xalata Wêrekiya Siyasî ya 2019an’ wergirt.

Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku 6 sal berê li Almanyayê hatibû damezrandin û toreke partî û rêxistinên sosyal demokrat e û herwiha ji 140 welatan, sosyal demokrat, partiyên siyasî û sazî tê de cih digirin, ‘Xalata Wêrekiya Siyasî ya 2019an’ da Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş.

Li bajarê Stocholm ê Swêdê merasîmek ji bo belavkirina xelatan ji aliyê Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) hat sazkirin.

Di wê merasîmê de hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî amade bû û li ser navê navê Demîrtaş, ‘Xalata Wêrekiya Siyasî ya 2019an’ wergirt.

Başak Demîrtaş di wê merasîmê de nameyeke ku wî xelatî diyarî tehaviya gelê Tirkiyê dike xwend.

Raportora Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Katî Pirî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê wêneyek ji wê merasîma xeladayînê belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst