Li Amedê Pêşangeha Xurek û Tahmên xwemalî birêve diçe

15-11-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Di pêşangehê de xwarinên navdar ên 45 bajarên Bakur û Tirkiyê wê 5 rojan bên nasandin
Di pêşangehê de xwarinên navdar ên 45 bajarên Bakur û Tirkiyê wê 5 rojan bên nasandin
Nîşan Amed Pêşangeh Xurek Tahmên Xwemalî TUYAP
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tevî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di kerta xurek û xwarinan de qeyraneke kûr heye, li bajarê Amedê bi beşdariya aşpêş, şef û kompaniyên xwarinê ku ji 45 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdar bûne, 2emîn “Pêşengeha Xwarin û Tamên Xwemalî" hate lidarxistin, her bajar bi xwarinên xwe yên navdar û hilberînên xwe yên xwemalî niha di  vê pêşngehê de berhemên xwe dide nasandin; rayedarên pêşengehê dibêjin ew çaverê ne ku di dawiya 5 rojan de ew ê 100 hezar mirov serdana pêşengehê bikin.

Ji bo kezebpêj Newzat rojek ji rêzê ye û tevlî pêşengeha Xurek û Tamên xwecîhî ya ku bi beşdariya 45 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li bajarê Amedê hatiye vekirin nebûye, ew mijûlî rewşa xwe ye ku niha kerta xwarinfiroşiyê di qeyraneke mezin de ye.

Kezebpêj Newzat Hosta dibêje, “Kîloya cîgerê par 45 lîre bû îsal bûye 63 milyon; lê fiyetên me her heman fîyet e, heke em zêde bikin wê xelk nekaribe bixwe, em zerarê dikin, kirêya xwe ji bêrîka xwe didin.”

Di destpêka pêşengehê de eleqeya mezin li ser kebaba kezebê ya Amedê bû ku li ser kuçika 21 metreyê hate pijandin û li mêvanên beşdar hate belavkirin.

Pêşengeha 2emîn a xurek û tamên xwemalî bi organazîsyona TUYAPê li Navenda Pêşengeh û Kongreyê ya Amedê hate vekirin, di vê pêşngehê de xurekên xwemalî û herwisa xwarinên navdarên 45 bajarên Bakur û Tirkiyeyê dê 5 rojan  bêne nasandin.

Huseyîn Ayaz diyar dike, “Ev pêşengeh ji bo bajarê me û aboriya me pir hêja ye, aşîtî û aramî dema hebe sûda wê ji bo me gelek zêde ye."

Naîf Suer jî dibêje, “Penêrê Wanê ye, hîngivê Wanê ye nanê tendûrê yê Wanê ye gelek curên xurekên Wanê me aniyê vê derê.”

Ahmet Kelek dibêje, “Me berhemên goştî ji Çewligê aniyê vê derê hilberînên me bi tevahî xwemalî ne.”

Ji bilî beşdarên bajarên Kurd şef û firoşkarên berhemên xwemalî yên ku ji bajarên Tirkiyê hatibûn ji eleqeya xelkên Amedê razîbûna xwe anîne ziman.

Mehmet Benez radigihîne, “Em ji Bûrsayê hatine, pêşengeheke bi vê rengê li Tirkiyeyê li kêm bajaran heye, cîheke gewre ye û gelek bi rêk û pêk e.”

Sedat Ulger dibêje, “Sala bihorî jî em tevlî vê pêşengehê bibûn, em gelek memnûn man, îsal jî eleqeyeke zêde heye xelkên Amedê ji xwarinan hez dikin.”

Bi beşdariya Parêzgarê Amedê Hesen Basrî Guzeloglû, Wezîrê berê yê Çandiniyê Mehdî Eker, serokên jûrên pîşeya xwarinê îsal di pêşengehê de bajarê mêvan ê sereke bajarê Meletî bû ku bi tevlîbûna  parêzgar kompanî,  aşpêş û firoşkarên xwe cihê herî fireh ji vî bajarê re hate veqetandin.

Serokê Herêma Pîşesazî ya Organîze amaje bi wê yekê kir ku armanca wan anîna 100 hezar mirov e ji bo heta roja dawiya Pêşengehê.

Serokê Herêma Pîşesazî ya Organize yê Amedê, Azîz Odabaşi dibêje, “Bi riya van pêşengehan û herwiha bi alîkariya televîzyonên wek Rûdawê ku gelek bi hêz e, em hilberînên xwe yên xwemalî bi cîhanê û nemaze bi Kurdistanê didin nasandin.”

Deriyê pêşengeha Xurek û Tahmên xwemalî  bi berdewamiya 5 rojan ango heta 17ê vê mehê li Navenda Pêşengeh û Kongreyê ya Amedê vekirî dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst