Ufuk Uras: YPG û xelk ji hev nayên cudakirin

15-11-2019
RÛDAW
Nîşan Amed Pêşangeh Xurek Tahmên Xwemalî TUYAP YPG PYD Rojava Tirkiye Erdogan Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê Ufuk Uras ragihand ku ne mimkûn e YPG û xelk ji hev bên cudakirin û herwiha rexne li hewldanên ji bo guhertina demografiya navçeyê girt.

Serokê berê yê Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP) û parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ufuk Uras beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, polîtîkaya danîna qeyûman li ser şaredariyan, nîqaşên bo vekişîna HDPê ji şaredarî û parlamentoyê, tifaqa fiilî ya di navbera HDP û CHPê de û herwiha dawîn pêşhat û rûdanên li navçeyê nirxandin.

Ufuk Uras li ser banga ji bo vekişîna HDPê ji şaredariyan û parlamentoyê weke helwestek li hember danîna qeyûman li ser şaredariyan, got, “Di nav HDPê de nîqaşa bo vegera nav gel ev heyameke dirêj e berdewam dike. Lêbelê ya girîng ew e ka dê pêngava duyem çi be. Eger ji bo piştî wê pêngavê polîtîkaya zelal neyê pêşxistin, dibe ku boykotkirina şaredarî û parlamentoyê têrî neke.”

Derbarê tifaqa fîîlî ya di navbera HDP û Partiya Komarî ya Gel (CHP) de jî Ufuk Uras got ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hewl dide wê tifaqê têk bibe û diyar kir, “Li vir ya girîng; di dawîn hilbijartinên xwecihî de opozîsyonê moralekî mezin bidest xist û AKP niha hewl dide wê tifaqê têk bibe. Ji ber hindê divê ew yekhelwestiya HDP, CHP û partiyên din berdewam bike. Di dawîn hevdîtina Trump Erdogan de, rojnamevanekî ji Herêma Kurdistanê pirseke watedar pirsî di derbarê; li gel Herêma Kurdistanê peywendiyên we baş in çima li gel yên Sûriyê baş nebin? ji ber wergerê bawer im pirs gelek baş nehat fêmkirin. Bersiva herî baş bo vê yekê; çi li Tirkiyê û çi jî li navçeyê derxistina pêş a zimanê dîplomasiyê, aştiyê, gotûbêjan e. Divê HDP jî di vê çarçovê de tevbigere.”

Parlamenterê HDPê yê berê di dewama gotinên xwe de, derbarê desthilata AKPê li Tirkiyê got ku niha li Tirkiyê mesele; hebûna “modela dewleta partiyê” ye û diyar kir, “Girîng e her kesê ku li dijî vê modela dewleta partiyê be, bên cem hev. Li Tirkiyê ji ber sîstema serokatiyê ya 50+1, girîng e herkesê li dijî wê modelê û li gel demokrasiyê, helwesta xwe di warê dadweriyê de diyar bike. Eger li ser vê xetê tev bigerin, dibe opozîsyon di hilbijartina yekem de serkevtineke cidî bidest bixe.”

Ufuk Uras bibîr xist ku HDP niha sêyem partiya mezin e di parlamentoyê de ye û got ku neçar e wan avantajên di destê xwe de bikar bîne û diyar kir, “Naxwazin HDP siyasetê bike. Siyaseta li dijî HDPê berdewam dike, lê tevî vê yekê jî dengên wê danakevin. Lewma bi nedîtina HDPê ne mimkûn e çareseriyeke mayînde bo pirsa Kurd were dîtin. Ji ber hindê pêwîst e AKP HDPê bibîne, nas bike û herwiha bibîne ku di çareserkirina pirsa Kurd de ew aktorekî rasteqîn e.”

Derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî Ufuk Uras diyar kir ku di civîna Trump-Erdogan de, herdu aliyan hesasiyetên Rûsyayê li ber çav girtin û li ser ‘navçeya aram’ a ku Tirkiye hewl dide li Rojava ava bike jî Uras diyar kir, “A girîng ewlenebûna wê navçeya ku jê re dibêjin ‘navçeya aram’ e, eger li tevahiya Sûriyê bi rêbazên destûrî ewlekariyek pêk neyê, bi ewlekirina perçeyan ev nabe. Ya duyem jî hewldanên ji bo guhertina demografiyê rast nînin, ev ne karê li ser maseyê ye ku bibêjin, ‘bila ev biçin vir, biçin wir”. Netewên Yekgirtî selmandeye ku bi sed hezaran kes ji wê navçeyê koçber bûne.”

Di dewama gotinên xwe de Parlamenterê berê yê HDPê got, “Mirov nikare rêxistinên li herêmê, PYD û YPG, ji xelkê veqetîne. Bo nimûne dema ku Roboskî bombebaran kirin, digotin me rêxistin bombebaran kir lê bombe bi ser xelkê herêmê de barandin. Lewma tişteke ‘rêxistin li vî alî û gel li vî’ nabe. Sosyolojiyeke vê yekê heye û siyaseta ku vê yekê nebîne jî bi sernakeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst