Komeleya Rojnamevanî ya GGC du xelat dan Rûdawê

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (GGC) îsal di 34mên xûla dayîna xelata “Rojnamevanên Serkevtî yên Salê” de, xelat du rojnamevanên Tora Medyayî ya Rûdawê.

Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (GGC) ku navenda wê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye û li 14 parêzgehên Bakurê Kuridstanê rojnamevan endamên wê ne, encamên 34mîn gera xelata “Rojnamevanên Serkeftî yên Salê” ya îsal aşkere kir.

Li gor encamên ku hatine ragihandin, Rêveberê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî ji ber nûçeya “Xwendin û nivîsîn nebe, pere jî tine”, ji aliyê GGCyê ve weke rojnamvanên serkevtî yê yekem ê salê hat diyarkirin.

Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê herwiha di warê dîmenên vîdyoyî de xelat da kamêramanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Amedê, Ayhan Bayrak.

Biryar e merasima dayîna xelatan roja 7-12-2019an li bajarê Amedê were lidarxistin û xelatên Şewket Herkî û Ayhan Bayrak werin dayîn.

Heta niha rojnamevanên Tora Medyayî ya Rûdawê ji GGCyê 7 xelat wergirtine.

Sala bihorî peyamnêrê Rûdawê yê li Amedê, Mehdî Mutlu ji ber bernameya Gera Welatê me, ji GGCyê xelata baştirîn bernameya Kurdî wergirtibû.

Herwiha pêrar, Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak jî di beşa baştirîn nûçeyan de 2 xelatên yekem û xelateke duyem wergirtibû û kamêramanê Rûdawê Mehmet Uygar jî ji ber baştirîn dîmenê vîdyoyî hêjayî xelatê hatibû dîtin.