Ebdurehman Apo piştî 16 mehan hat berdan

15-11-2018
RÛDAW
Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Ebdurehman Apo piştî ku hate berdan, ji Rûdawê re axivî. Wêne: Rûdaw TV.
Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Ebdurehman Apo piştî ku hate berdan, ji Rûdawê re axivî. Wêne: Rûdaw TV.
Nîşan Ebdurehman Apo PDK-S Qamişlo Zîndana Elaya Efrîn Rêveberiya Xweser Asayiş
A+ A-




Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna 16 mehan bi ser girtina wî re, endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Ebdurehman Apo duh Çarşembiyê li Qamişlo ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve serbest hat berdan.

 

Ebdurehamn Apo di 12 Tîrmeha sala 2017 an li Efrînê ji aliyê hêzên Asayişa Kantona Efrînê ve hatibû girtin, berî ku di 18ê Adara îsal Artêşa Tirkiyê û aliyên çekdar ên opozisyona Sûriyê derbasî nav Efrînê bibin û wê herêma Rojavayê Kurdistanê bixin bin kontrola xwe.

 

Piştî ku Efrîn kete bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Enqerê ve û derketina Rêveberiya Xweser û hêzên ser bi wê ji Efrînê, heta demeke dirêj ti agahî di derbarê Ebdurehamn Apo de nedihat zanîn, lê belê piştre derket ku ew li zîndana Elaya ya bajarê Qamişloyê girtî ye.

 

Apo duh Çarşembiyê 14ê Mijdara 2018 û piştî ku 16 mehan di zîndanên Rêveberiya Xweser de bûn, serbest hat berdan, û ji aliyê endam û alîgirên PDK-Sê û partiyên din ên nava ENKSê û dost û hevalên xwe ve hate pêşwazîkirin.

 



Ebdulrehman Apo kî ye?

 

- Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye.

 

- Di 01.06.1968 de li Efrînê ji dayik bûye.

 

- Di 04.03.2017 de hatibû girtin û piştre hatibû berdan.

 

- Cara dawî di 12.07.2017 de li Efrînê hatibû girtin.

 

- Bo dema salekê û 4 meh û 2 rojan di zîndanên Rêveberiya Xweser de girtî ma

 

- Piştî ku Efrînê kete bin kontrola Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê, Apo ji Efrînê ji bo Qamişlo hate veguhastin.

 

- Li bajarê Qamişloyê jî  di zîndana Elaya de girtî bû.

 

- Nexweşiya şekir pê re heye.

 

- Di 14.11.2018 de li bajarê Qamişlo hate berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst