Serok Barzanî: Bi azadkirina Ebdurehman Apo ez kêfxweş bûm

15-11-2018
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Ebdurehman Apo PDK-S Azadkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya azadkirina Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo peyamek belav kir û ragihand, bi azadkirina Ebdulrehman Apo ji zindanîn PYDê ez kêfxweş bûm.

 

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

 

Bi azadbûna Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo ji zîndanên PYDê gelekî kêfxweş bûm. Bi rastî cihê xebatkarekî wek wî gerek zîndanên dijminan ba, ne zindanên partiyeke Kurdî be.

 

Hêvîdar im ew gav bibe destpêkek ji bo azadkirina tevahiya girtiyên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yên di zindanên PYDê de û herwiha bibe sedema derketin û xuyakirina wan hemû çalakvanên Kurd yên ku li Rojava winda ne û bêserûşûn in.

 

Hêvî dikim ji niha û pê ve Rojavayê Kurdistanê vekirineke siyasî bibîne û êdî xelk û partiyên siyasî ji ber bîr û ramanên xwe yên siyasî neyên êşandin û azardan û neyên zîndanîkirin.

 

Mesûd Barzanî

 

15-11-2018

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst