Li sînorê Gare 12 gund ji ber bombebaranên Tirkiyê hatine valakirin

15-11-2018
RÛDAW
Nîşan Amêdî Sersing Duhok Başûrê Kurdistanê Tirkiye Bombebaran Gund Gare
A+ A-

Amêdî (Rûdaw) - Rêveberê Nehyeya Sersingê, Neşwan Husnî ragihand, ku ji ber hebûna gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bombebaran û topbarankirina firokeyên Tirkiyê, 12 gundên sînorê Gare hatine valakirin.

 

Rêveberê Nehiyeya Sersingê ku ser bi bajarokê Amediyê yê Duhokê ve ye,  Neşwan Husnî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, ji ber hebûna gerîllayên PKKê li navçeyê û topbarana Tirkiyê 12 gundên sînorê Gare hatine valakirin û bûne deverên qedexekirî.

 

Derbarê wan hersê welatiyan de jî ku îro di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, Neşwan Husnî got: “Ew welatî bi armanca nêçîrê çûne wê deverê, lê ji ber topbarana Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

 Neşwan Husnî herwiha diyar kir, ev cara yekem e ku welatî li wê navçeyê ji ber topbaranê şehîd bibin."

 

Bi gotina Rêveberê Nehiyeya Sersingê, di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê de zirareke zêde ya maddî jî gehiştiye deverê.

 

Îro li sînorê qezaya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê di encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê de, 3 welatiyan canê xwe ji dest dan.

 

Îmad Yûnis xizm û nasê yek ji wan welatiyan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew 3 hevwelatî xelkê gundê Erednaya Jûrîn in û ji bo serdana mêşhingivên xwe çûbûne gundê Erednaya Kevn, lê belê di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

 

Berpirsê Navçeya Sersingê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, Remezan Rêkanî jî ji Rûdawê re got, navê wan hersê welatiyan Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hisên e û xelkê gundekê ne.

 

Remezan Rêkanî herwiha diyar kir, du ji wan qurbaniyan pêşmerge ne û kesê din jî kadroyê PDKê ye.

 

Bi gotina wî berpirsê PDKê, ew hersê kes xwediyên mêşhingivan in û bo serdana mêşên xwe çûbûne gundê xwe û li wê derê hatine kuştin.

 

Ji destpêka îsal ve heta niha li sînorê parêzgeha Duhokê, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 12 hevwelatiyên Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst