AMED - Biryara destdanîna ser Mala Dengbêjan hat hilweşandin

15-11-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Jûra Avahîsazên Amedê doz li biryara Civata Wezîran vekiribû
Jûra Avahîsazên Amedê doz li biryara Civata Wezîran vekiribû
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Sûr Mala Denbêjan Dadgeh
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Dadgeha Şûreyê biryara Civata Wezîran a Tirkiyê ya destdanîna ser Mala Dengbêjan li Amedê hilweşand.


Di sala 2016an  de piştî şerê navçeya Sûra bajarê Amedê Civata Wezîran a Tirkiyê derbarê xanî û şûnwarên tomarkirî yên  dîrokê yên taxa Sûra Amedê de biryara îstîmlaqkirinê ango firotina neçarî girtibû.


Ji van xaniyan yek jî Mala Dengbêjan bû ku ev der bi mulkiyet yê Jûra Avahîsazên Amedê bû, di heman salê de Jûra Avahîsazên Amedê doz li biryara Civata Wezîran vekir û di encamê de Dadgeha Şûreya Dewletê Jûra Avahîsazên Amedê mafdar dît û biryara îstimlaqkirinê bi vê biryarê xera bû.


Derbarê vê yekê de Serokê Jûra Avahîsazên Amedê Şerifhan Aydin ji Rûdawê re wiha got: “Ev 4 sal in ti dozên ku me li dewletê vekiribû  me encamek bi dest nexistibû; lê ev biryar biryareke di cîh de ye, biçûk be jî em kêfxweş in ku dadgehê em di vê dozê de mafdar dît."


Li Sûra Amedê ji  697 xaniyên ku tomara wan yên dîrokî hene 89ê wê di şerê Sûra Amedê de di sala 2016an de hilweşiyane û tenê ji van xaniyan 608ê wê niha hîn li ser xwe mane


Serokê Baroya Amedê jî biryara Dadgeha Şûreya Dewletê wek biryareke rast dibînê û ew lê zêde dike ku piştî vê biryarê xwediyên van xaniyan dikarin dozê vekin; ji bo ku ev biryar biryareke emsal e.


Derbarê vê mijarê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî wiha axifî: “Ev biryar ji bo hemû xwediyên xaniyên dîrokî biryareke emsal e, ew jî dikarin doz vekin û vê biryarê wek mînak nîşan bidin, herwiha ev heman kes ji bo ku ev du sal in ji mafê bikaranîna xaniyên xwe bêpar mane, dikarin daxwaza qerebokirina xisara xwe bikin."


Di 25ê Adara sala 2016an de li 15 taxên Sûra Amedê 6 hezar û 300 parsel erd ji aliyê Civata Wezîran a Tirkiyê ve hatibû îstimlaqkirin, di vê proseyê de hezar û 750 xanî hatine hilweşandin û herwiha li ser 6 taxên Sûra Amedê qedexeya çûn û hatinê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst