VÎDEO – ŞINGAL bi timamî kavil bûye

15-11-2015
RÛDAW
Şingal
Şingal
Nîşan Şingal Rizgarkirin Wêran (Kavil) Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Piştî derbasbûna 2 rojan bi ser rizgarkirina Şingalê de,  dîmeneke din a vîdeoyî nîşan dide ku navenda bajarê Şingalê wek berê nemaye û di encama şer de wêran bûye.

 

Wênegirê Rûdawê Sertîp Osman vîdeoyek din a piştî rizgarkirina Şingalê tomar kiriye. Ev dîmenên vîdeoyî tenê 2 rojan piştî rizgarkirina navçeya Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê hatiye tomarkirin.

 

Di dîmenan de wiha tê xuyakirin, ku navenda Şingalê bi timamî kavil bûye û kêm avahî mane ku xirab nebibin an jî zirar nedîtibin.

 

Di dîmenan de Alayeke Kurdistanê tê nîşandan, ku berî derketina DAIŞê ji Şingalê hatiye dirrandin.

 

Çekdarên DAIŞê piştî derketina ji Şingalê, çîrokên wêranî, trajedî, gorên komel, tunêl û kargehên bombe û teqemeniyan li dû xw bi cih hiştin.

 

Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê roja pênşemiya hefteya borî dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê ji dest DAIŞê kirin û roja înê berî nîvro Şingal bi timamî rizgarkirin.

 

Duh şemî Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl di daxuyaniyeke ligel Rûdawê re ragihandibû, ku wî biryar daye karê fermî y dezgehên îdarî û hikûmetê li Şingalê dest pê bibe, lê belê ji ber rewşa Şingalê û wêraniya deverê, tê texmînkirin ku bo destpêkirina jiyana asayî li Şingalê dmeek zêdetir pêwîst be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst