Zimanê kurdî standard dibe yan na?
Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê semînerek li ser standardkirina zimanê kurdî hat lidarxistin.
Di Semînera bi navê “Standardkirina Zimanê Kurdî” de pisporê zimanê kurdî Prof. Dr. Nerîman Xoşnaw û nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Xalid Cemîl beşdar bûn.
Di semînerê de li ser zaravayên cuda yên zimanê kurdî, pêwendiyên wan bi hev re û gîhîştina yekzimanî hat nirxandin.
Prof. Dr. Nerîman Xoşnaw li ser girîngiya standardkirina zimanê kurdi rawestiya û wiha got:
"Di şert û mercên îro de zimanek bi fermîtiyê digihîje asta standarkirinê. Her çend hejmareke zêde ya zaravayên zimanê kurdî hebe jî divê kurd di nav wan zaravayan de yekê hilbijêrin û di warê nivîskî de bikar bînin. Eger em zimanê kurdî standart nekin, wê ev bandoreke mezin li ser perçebûna welêt bike."
Lêkoler û nivîskar Xalid Cemîl jî di axaftina xwe de giranî da mijara standardkirina zimanê kurdî û wiha pêde çû:
"Berî gihiştina zimanekî standard, divê em cudatiyên di navbera zarava û devok ên kurdî de baş nas bikin û atlaseke devok û zaravayên kurdî pêk bînin. Divê pêwendiyên di navbera zaravayên kurdî were zêdetirkirin û ew cudatiyên di navbera zaravayan û devokên kurdî de ji bo pêşxistina wî zimanî were bikaranîn."