Roja dawî ya bangeşeya hilbijartinan e, dê partiyên siyasî çi bikin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Partiyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê Xalid Ebas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro bi dawî dibe û 20ê mehê dê xelk biçe ser sindoqan.

Partî û lîsteyên tevlî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin dê îro heta saet 12:00ê êvarê bangeşeyê bikin.

Komîsyona Serbixwe a Bilind a Hilbijartinan a Îraqê diyar kir ku dê îşev saet 12:00an bangeşe bi dawî bibe û dê demê bangeşeyê neyê dirêjkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê îro li Hewlêrê mitîngên mezin ên bangeşeyên hilbijartinan li dar bixin.

Xelkê Herêma Kurdistanê 20ê mehê dê ji bo hilbijartinên Parlamentoyê here ser sindoqan.

PDK: 70 hezar endam û alîgir tevlî banegeşeyê dibin

PDK dê li Stada Franso Herîrî bangeşeyeke mezin li dar bixe û biryar e Serok Mesûd Barzanî jî tevlî bangeşeyê bibe û biaxive.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dê alîkarên Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya PDKyê jî tevlî bangeşeyê bibin.

Berpirsekî PDKyê da zanîn ku dê mitînga PDKyê saet 16:00an dest pê bike û ew li hêviyê ne ku 70 hezar alîgir, endamên PDKyê tevlî mitîngê bibin.

Li gorî gotina berpirsê PDKyê dê hunermend jî tevlî mitîngê bibin û stran jî werin pêşkêşkirin.

YNK: Li meydanên Hewlêrê me mitîngeke berfireh a bangeşeyê amade kiriye

Namzeda YNKyê ya li Hewlêrê Hewrîn Elî Tofîq li ser mitînga YNKyê ji Rûdawê re axivî û wê diyar kir ku dê namzedên Hewlêrê, alîgir û endamên YNKyê yên li Hewlêrê tevlî mitîngê bibin.

Hewrîn Elî Tofîqê amaje bi wê yekê kir ku dê Serokê YNKyê Bafil Talebanî jî tevlî mitîngê bibe û axaftina xwe bike. 

Berpirsê Ofîsa Rojnamegeriya Şalaw Kosret Resûl Mesûd Mela Hemze ji Rûdawê re diyar kir ku dê mitînga YNKyê saet 15:00an li ber Navenda Mekteba Siyasî ya YNKyê were lidarxistin.

Bereya Gel: Bangeşeya me ya dawî dê li Silêmaniyê be

Bereya Gel ku Lahûr Şêx Cengî serokatiya wê dike dê cara yekem tevlî hilbijartinan bibe.

Serokê Lîsteya Bereya Gel ê Hewlêrê ji Şadman Mela Hesen li ser bangeşeyê ji Rûdawê re wiha got:

“Em dê îşev li Silêmaniyê bangeşeya xwe ya hilbijartinê pêk bînin û dê Lahûr Şêx Cengî peyamên me bigihînê alîgir û cemawera me û xelkê Kurdistanê.

Ji bo bangeşeyê destûr ji me re nehat dayîn bes em dê li pêş Hotel Lalezarê bangeşeya xwe bikin.”

Helwesta Niştimanî: Em dê bangeşeya dawiyê bibin cadeyan

Tevgera Helwesta Niştimanî ku Elî Heme Salih serokatiya wê dike dê cara yekem tevlî hilbijartinê bibe.

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Helwesta Niştimanî Rêbiwar Kerîm ji Rûdawê re diyar kir ku ew dê bangeşeya dawî li cadeyan bikin û dê namzedên wan li nava bazar û cadeyan li nava xelkê bigerin.

Komeleya Dadgeriyê: Em dê bi konferanseke rojnamegeriyê de peyama xwe ya dawî eşkere bikin

Komeleya Dadgeriyê jî diyar kir ku dê îro bangeşeyê neke û dê konferansa rojnamegeriyê li dar bixe.

Serokê Lîsteya Hewlêrê yê Komeleya Dadgeriyê Ebdulseta Mecîd ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku dê saet 20:30î namzedên wan konferanseke rojnamegeriyê li dar bixin û dê peyamên dawî bidin xelkê û alîgirên xwe.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Em dê mitîngeke mezin li dar nexin

Berpirsê Dezgeha Rojnamegeriyê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hêmin Eskender ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew dê mitîngeke mezin li dar nexin û namzetên wan dê li nava xelkê û bazarê peyamên bidin.

Newey Niwê (Nifşê Nû): Mitînga dawî ya hilbijartinê dê li Silêmaniyê li dar bixe

Nifşê Nû dê mitîngeke mezin li Silêmaniyê li dar bixe. Li gorî zanyariyên Rûdawê mitînga Rûdawê dê saet 14:00an dest pê bike.

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: Em dê peyama xwe ya dawî di konferanseke rojnamegeriyê de eşkere bikin

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku dê di roja dawî ya bangeşeya hilbijartinan de ti mitîngan saz neke.

Berpirsê Ofîsa Rojnamegeriyê ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Koçer Elî ji Rûdawê re diyar ki ku ew dê saet 17:00an peyama xwe ya dawî bi konferanseke rojnamegeriyê eşkere bikin.

Bereya Turkmenan: Em dê mitîngê nekin

Serokê Lîsteya Hewlêrê ya Bereya Turkmenan Aydin Merûf ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku dê di mitîngan saz nekin û peyama xwe ya dawî bi rêya konferansa rojnamegeriyê eşkere bikin.

Serokê Şaxa Dihokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas îro di konferansa rojnamegeriyê de da zanîn ku tedbîrên wan ên ewlehiyê dest pê kiriye.

Xalid Ebas got ku amêrên dengdanê jî ji bo navendên dengdanê tên veguhastin û pêvajoya perwerdeya karmendan jî bi dawî bûye û êdî ew derbasî qonaxa hilbijartinê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst