NÎNOWA - 7 kes bi tohmeta dirûşmên Beasê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Nînowayê 7 kes bi tohmeta dirûşmên rejîma Beasê ya Îraqê desteser kirin.

Dezgeha Niştimanî ya Ewlehiya Îraqê li ser rewşa ewlehiya parêzgeha Nînowayê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, li ser fermana dadwerê Nînowayê 7 kesên ku dirûşmên rejima Beasê gotine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî serkeftina tîma futbolê ya Îraqê li hemberî tîma futbolê ya Filistînê di dema kêfxweşiyê de wan tohmetbaran dirûşmên zindîkirina rejima Beasê ya Îraqê gotine.

Li gorî daxuyaniyê, ew tohmetbar bi armanca parastina aştiya civakê hatine desteserkirin û rê li ber wê yekê hatiye girtin ku ew tohmetbar ji bo aştiya civakê bibin metirsîdar.

Dosyayên tohmetbaran ji dadgehê re hatine şandin û sewqî dadgehê hatine kirin.

Parlamentoya Îraqê 30ê Tîrmeha 2016an bi yasayekê hemû çalakî û xebatên Partiya Beasê qedexe kirin û karên Partiya Beasê wekî karên terorîstî pesend kirin.

Yek ji xalên girîng ên wê yasayê jî ew e ku her partiya ku çalakî û peyamên wê wekî yên Beasê bin dê her wekî Beasê bên hesabkirin û werin cezakirin.

Li gorî yasayê, her kesê ku li gorî fikrên Beasê siyasetê bikê dê 10 salan were cezakirin.

Her wiha li gorî yasayê her endamekî Partiya Beasê yê tevlî tawanekê jî bibe dê cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê were birîn.