Qubeya Hesinî ya Îsraîlê çima dronên Hizbulahê îmha nekirin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Wezîrê Parastina Îsraîlê Yoav Gallant Şerê Xezeyê Hizbulaha Libnanê Dronên Hizbulahê Qubeya Hesînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Xezeyê bi dijwarî berdewam dike û êrişên Hizbulahê yên bi dronan ji Artêşa Îsraîlê re serêşiyeke mezin çêdike.

Roja yekşemê Hizbulahê bi dronan êrişî navendeke leşkerî ya Îsraîlê kir û di wê êrişê de 4 leşker mirin û herî kêm 70 leşker jî birîndar bûn.

Ev êrişa bi dronan a Hizbulahê ya dijî Artêşa Îsraîlê erişa herî xwînawî ya bi dronan bû.

Sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê ku wekî Qubeya Hesinî jî tê naskirin û li cihanê wekî sîstema herî pêşketî ya asmanî tê zanîn nikaribû dronên Hizbulahê îmha bike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant piştî êrişê Hizbulaha Libnanê çû cihê êrişê û diyar kir ku ji bo rê li ber êrişên dronên çekdaran bigirin dê hin pêngavên nû biavêjin.

Medyaya Îsraîlê: 2 dron hatibûn şandin

Medyaya Îsraîlê di raporan de bi hûrgilî behsa êrişa dronan kiribû.

Li gorî medyaya Îsraîlê, 2 dronên cûreya Ziyad 107 ên Hizbulaha Libnanê ji ser Behra Spî ber bi Îsraîlê hatin şandin.

Dronek hat xistin û droneke din jî ji aliyê sîstema parastina asmanî ve nehat dîtin û li asmanê Îsraîlê winda bû.

Ew drona winda li herêma Benjaminayê li kantîneke navendeke leşkerî ket.

Herêma Benjamina di navbera bajarên Heyfa û Tel Evîvê de ye.

Pisporê Ewlehiyê Sarit Zehani yê li Îsraîlê di Enstîtûya Lêkolînan a Almayê de dixebite di wê baweriyê de ye ku ew êrişa bi dronan ji mêj ve hatiye plankirin.  

Zehani li herêma Galileyê ya ku 9 kîlometreyan dûrî Libnanê ye dijî.

“Di destpêkê de dron hatin avêtin”

Zehani li ser êrişa dronan ji BBCyê re axivî.

Zehanî roja êrişê li şaneşîna mala xwe bû û şahidiya bûyerê kiriye.

Li gorî gotina Sarit Zehani di destpêkê de Hizbulahê roket avêtinê nav xaka Îsraîlê û bi wî awayî sîstema parastina asmanî hatiye meşgulkirin û piştre jî dron hatine avêtin.

Enstîtûya Lêkolînan a Almayê piştrast kiriye ku heta niha ji nava axa Libnanê 559 êrişên asmanî li dijî xaka Îsraîlê hatine kirin.

Ji bilî êrişa Benjamina heta niha ji ber êrişên Hizbulahê li Libnanê 11 kes hatine kuştin.

Ji bilî Qubeya Hesinî Îsraîl ji bo rê li ber êrişên mûşekî yên balîstîk bigire sîstemên bi navên Adem's Sling, Arrow 2 û Arrow 3 jî li nava sînorên xwe bi cih kirine.

Her wiha biryar e di demeke nêzîk de Amerîka tevî 100 leşkerên pispor, sîstema Parastina Meydanî ya Termal a Bilind (THAAD) jî j Îsraîlê re bişîne.

Îsraîl ji bo xistina dronan jî lêkolînên xwe zêdetir kirine.

Lêkolînerê Enstîtûya Ewlehiya Neteweyî ya li Îsraîlê Dr. Yeşua Kaliski jî ji BBCyê re behsa xebatên nû yên Îsraîlê yên li dijî dronan kir.

Dr. Yeşua Kaliski li ser îmhakirina dronnên çekdaran wiha got:

"Li ser lazerên bihêz xebat tên kirin. Teknolojiyeke din jî heye ew jî bi rêya pêlên elekoktronîk şewitandin û pûçkirina sîstema dronan e.

Sîstema parastina asmanî heta astekê baş kar dike. Dema li bakurê Îsraîlê Qubeya Hesinî roketên Hizbulaha Libnanê îmha dike em dengê teqînan dibihîzin.”

Îsraîl diyar dike ku ji sedî 90ê roketan tên pûçkirin.

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, Qubeya Hesinî piraniya wan roketan îmha dike.

Sîstemên Îsraîlê di warê xistina dronên Hizbulahê de lawaz dimînin

Sîstemên parastina asmanî yên Îsraîlê di warê xistina dronên Hizbulahê de lawaz dimînin.

Di tîrmeha borî de droneke Yemenê gihiştibû Tel Evîvê û Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku droneke ji Îraqê rabibû û êrişî hêzên wê yên li Girên Golanê kiriye û ji ber êrişê jî 2 leşkerên wê hatine kuştin.

Dr. Yeşua Kaliski li ser wan dronan ku axa Îsraîlê dikin armanc wiha got:

"Hemû nebin jî piraniya dronan ji aliyê Îranê tên çêkirin û radestî Libnan, Îraq û Yemenê û rêxistinên din ên çekdar tên kirin. “

Dronên kamîkazeyî yên Îranê di radaran de nayên tesbîtkirin û hin caran radar ti cudahiyê di navbera wan û balîndeyan nabîne.

Kaliski li ser îmhakirina dronan jî wiha axivî:

 "Îmhakirina dronan bi rêya balafiran jî ne hêsan e lewre dron gelekî hêdî difirin.

Dron di nava saetekê de 200 kilometreyan suretê dikin lê balafir 900 kilometre suretê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst