WAN - Mêşvanan bi govendê kewarên xwe vekirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şahiya Hingiv Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê çalakiya "Şahiya Hingiv" hat lidarxistin û beşdaran govend gerand û pey re jî kewarên xwe vekirin û hingiv derxistin.

Xwediyê mêşan Omer Akbulak îsal jî çalakiya "Şahiya Hingiv" domand ku her sal di serdema vekirina kewaran de li hewşa mala xwe ya li navçeya Îpekyoluyê li dar dixe.

Vexwendiyên çalakiyê cil û bergên mêşvanan li xwe kirin û wan ewil govend gerand û paşê hingiv bi xwe ji kewarê derxistin.

Omer Akbulak diyar kir ku 10 sal in ew vê çalakiyê li dar dixin û êdî çalakiya wan bûye kevneşopî.

“Hingivê me xwerû ye”

Akbulak bal kişand ku ew bi xêra vekirina kewaran gelek dost û mişteriyên xwe tîne cem hev û wiha got:

"Em kewarên xwe datînin zozanên li bilindahiya 2 hezar û 800 metreyî yên li navçeya Şaxê.

Kewarên me ji bav û kalan mane. Ez biharê van kewaran datînim gund û payîzê jî em ji wir radikin.

Hingivê me xwerû ye û ti têkelî tê de nîne.

Armanca me ew e ku em vê çalakiya derxistina hingiv tevî dost û mişteriyên xwe di atmosfereke şahiyê de pêk bînin."

Hinek nûnerên saziyên pîşesaziyê yên parêzgehê jî beşdarî şahiyê bûn û wan kêfxweşiya xwe anî ziman ku dikarin li navçeyê hingivekî bi şîfa bi dest bixin.

Serokê Desteya Birêvebir a TURSABê Cevdet Ozgokçe jî got:

“Me destpêkê govend gerand. Gelek kes hatine û şexsîyetên naskîrî yên Wanê jî hatine.

Şahiyeke gelekî xweş e û em spasiya kesên ev organîze kiriye dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst