Li Rihayê qeza: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek qulibî û kesek mir û kesekjî birîndar bû.

Otomobîla ku Hasan Şaîn diajot li kîlometreya 8emîn a rêya Sêwreg-Amedê ji kontrolê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Mahmut Koçak mir û şofêr jî bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Hasan Şahîn bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.