REQA - Xwendekarên Ereb fêrî Kurdî dibin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê dibistaneke Tebqayê\ Wêne: Medyaya Rêveberiya Xweser
Dîmenê dibistaneke Tebqayê\ Wêne: Medyaya Rêveberiya Xweser
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Tebqa Reqa Kurdî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tebqayê yê kantona Reqayê xwendekarên Ereb fêrî zimanî Kurdî dibin.

Bajarê Tebqayê girêdayî kontona Reqayê û li rojavayê kantonê ye. 

Zimanê Kurdî xaleke sereke ye di sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser de.

Niha li Tebqayê xwendekarên Ereb fêrî Kurdî jî dibin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Tebqayê Ehmed Şihade wiha got:

"1ê Îlonê dest bi sala xwendinê ya 2024-2025ê hat kirin. Pêvajoya xwendinê bi coş û kelecan dimeşe, ji ber hemû amadehî ji bo xwendekaran hatine kirin.

Di hefteya yekem de pirtûkên xwendinê li xwendekarên pola yeke heta pola 12an hatin belavkirin.

Piştî derbasbûna çend hefteyan wiha diyar bû mamoste çi qasî li nav dibistanan girîngiyê didin sîstema xwendinê û xwendekaran."

Bi gotina Ehmed Şihade hatina xwendekarên koçber ên ji Libnanê ji bo wan ti pirisgirêk çênekiriye.

“Xwendekarên Libnanî li dibistanan tên tomarkirin”

Ehmed Şihade li ser perwerdeya xwendekarên Libnanê jî wiha axivî:

"Vê dema dawî ji ber şerê Libnanê, li ser zêdebûna hejmara xwendekaran me daxwaz ji her sê rêveberiyên Tebqayê kiriye ku wan li dibistanan bi cih bikin û hemû hêsankariyan ji bo wan bikin da ku karibin xwendina xwe temam bikin."

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, ji destpêka sala xwendinê ya 2024-2025ê ve zêdetirî 850 hezar xwendekar li nava 4 hezar û 100 dibistanan dixwînin.

Her wiha 41 hezar mamoste jî ji bo perwerdeyê hatine tayînkirin.

Sala xwendinê ya 2024-2025an 1ê Îlona 2024an dest pê kiribû û dê 15ê Gulana 2025an biqede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst