MINBIC - Tirkiyeyê topbaran kir: 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Minbicê di topbarana Tirkiyeyê de 2 leşkerên Sûriyeyê, şervanekî HSDyê û sivîlek hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Ereb Hesen ê Minbicê bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama topbaranan de lîwayek û leşkerekî Sûriyeyê hatin kuştin.

Her wiha sivîlek û şervanekî hêza "komandos" yê HSDyê di heman topbaranê de canê xwe ji dest da.

SOHRê da zanîn ku doh jî endamekî Konseya Leşkerî ya Minbicê di topbarana Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.