EFRÎN - Ji Erebên hawirde re gundekî din hat avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê gundekî bi alîkariya Tirkiye û Qeterê gundekî din hat avakirin.

Ji roja ku hatiye dagirkirin ve hewlên guhertina demografiyê ya Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê navber berdewam in.

Li Çiyayê Basûrtê yê li başûrê bajarê Efrînê bi alîkariya Qeterê û Tirkiyê gundekî din ji Erebên hawirde re hat avakirin.

Gund ji 100 xaniyan pêk tê

Karkerên di avakirina gund de kar dikin, dibêbjin ku ev gundê nû ji 100 xaniyan pêk tên.

Her wiha li gorî gotina karkeran ev komelgeh ji aliyê Qeterê û Saziya AFADê ya Tirkiyeyê hatiye avakirin.

Heman çakvaniyan da zanîn ku AFADê di van rojên borî xanî li ser xelkê belav kirine û ew xanî dane Erebên hawirde yên ku ji gundewarên Heleb û Şamê çûne Efrînê.

Heta niha li Efrînê 15 gund ji bo Ereb û Tirkmenan hatine avakirin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.