Şivanê ku xwest bizinên xwe rizgar bike li ser çiyê asê ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê şivanê ku di nav zinaran de asê me hat rizgarkirin.

Li gundê Tahvanê yê Şêrwanê şivanê bi navê Abîd A.yê 65 dema ajelên xwe diçêrand, bizinên wî çûn nav zinaran.

Ji bo bizinên xwe rizgar bike çû nav zinaran û li wê derê asê ma û ji rayedaran alîkarî xwest.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Piştî xebateke 3 saetî şivan ji cihê ku lê asê mabû hat rizgarkirin.

Hate zanîn rewşa tenduristiyê ya şivan baş e.