Li Dêrsimê şûnwarên dîrokî tên tomarkirin: ‘Kolandinên qaçax bajêr wêran dikin’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Dîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dest bi lêgerîna şûnwar û bermahiyên dîrokî hat kirin.

Tîmên Birêvebiriya Çand û Geştyariyê tevî Muzexaneya Dêrsimê li şûnwar û bermahiyên dîrokî digerin.

Ew destnîşan dikin, tomar dikin û beşekê jî dibin Muzexaneya Dêrsimê.

Birêvebirê Çand û Geştyariyê yê Dêrsimê Îsmet Hakan Ulaşoglu got:

“Tevî muzaxaneyê em li herêmê bermahiyên dîrokî û çandî destnîşan dikin û tomar dikin.

Di wan xebatan de bermahiyên gelek serdemên cuda derdikevin pêşiya me.

Her wiha bajarê me ne tenê di warê dewlemendiyên xwezayî de di aliyê dewlemendiyên dîrokî û çandî de jî derdikeve pêş.”

Birêvebirê Çand û Geştyariyê yê Dêrsimê diyar kir ku ew beşek ji bermahiyan li cihê ku lê ne diparêzin, beşekê jî dibin muzexaneyê û li wir diparêzin û yên ku ziyan dîtine jî li muzexaneyê tên nûjenkirin.

Her wiha da zanîn ku kolandinên neyasayî û qaçax li pêşiya xebatên wan dibin asteng.

“Nirxên dîrokî yên bajarê me wêran dikin”

Birêvebirê Çand û Geştyariyê yê Dêrsimê Îsmet Hakan Ulaşoglu her wiha anî ziman:

“Pirsgirêkeke ku em rûbirûyê wê dibin heye.

Ji ber kolandinên qaçax gelek pirsgirêk derdikevin pêşiya me.

Mixabin ew kesên van karan dikin nirxên dîrokî yên bajarê me wêran dikin.”

Muzexaneya Dêrsimê 24ê Kanûna Paşîna 2020an hat avakirin û zêdetirî 2 hezar parçeyên dîrokî lê tên parastin.

Salane bi hezaran geştyar berê xwe didin muzexaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst