Li Xarpêtê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xûxê yê parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku hêza erdhejê 4,4 pile bûye.

Li gorî agahiyên ku AFADê dane, erdhejê saet 00:05an rû daye û kûrahiya wê 7 kîlometre ye.

Parêzgariya Xarpêtê diyar kir ku ti xebera neyînî ji wan re neçûye.