Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê cotkarekî li ser 10 donim zevî cureyeke taybet a hirmiyan çandiye.
Navê wê cureyê hirmiyê Margarît e, xwediyê bax Gunduz Ozkan diyar kir ku wî di encama lêkolînên xwe yên li ser darekê ku di baxê wî de hebû biryar daye ku hirmiyên Margarîtê biçîne.
“Ez jê razî me”
Cotkar Gunduz Ozkan li ser çandina hirmiyan got:
“Baxçeyekî min hebû, di nav wî baxçeyî de dareke hirmiyan hebû di nava sê salan de ber girt.
Piştre min lêkolîn kir ka cure vê hirmiyê çi ye? Min di înternetê de dît ku navê vê cureyê Margarît e.
Piştî wê ez rabûm û min baxek çêkir û ev dar tê de çandin. Min di ber de ked da ez niha jê razî me.”
Gunduz Ozkan di sala 2012yan de baxê ku ji 440 daran pêk tê çandiye.
Ew ji sala 2015an ve berhema wê kom dike û difiroşe û ji berhama baxê xwe gelekî razî ye.
“Sûdên wê jî zêde ne”
Gunduz Ozkan herwiha anî ziman:
“Piştî ku min ew dara hirmiyê çand bi sê salan tam 39 lib hirmî girtin. Min hejmart.
Min ji xwe re got ev dar bi av û hewaya navçeya me re digunce, ez baxçeyê van daran çêkim.
Min lêkolîn kir min dît hirmiyeke baş e û sûdên wê jî zêde ne û min wisa dest bi çandinê kir.”
Gunduz Ozkan da zanîn ku serê her donimê 5-6 ton hirmî berhem tê.
Ew li bendê ye berhema hirmiyên wî ya îsal bigihêje 60 tonî.
Ew van hirmiyan hinardeyî çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse