RIHA – Bûk û zava di bin zêran de man!

15-10-2023
Nîşan Riha Eşîra îzolan Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rihayê di daweta Îzolan de 7 kîlo zêr û 5 milyon lîre bi bûk û zavê ve kirin.

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di daweta Elîf Eyîdogan û Muhamed Îzol de 7 kîlo zêr û 5 milyon lîre gihan hev.

Elîf Eyîdogan pispora fînansê ye, Parêzer Muhamed Îzol jî kurê Bîlal Îzol e ku yek ji pêşengên eşîra Îzolan e.

Bi sedan kes beşdarî daweta Elîfê û Muhemed bûn û xelatên wan bûn rojev.

Mêvanan 7 kîlo zêr bi bûkê û zavê ve kirin.

Li gorî nûçeya DHAyê ji sindoqa xelatan jî 5 milyon lîre derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst