Li Semsûrê zarokekî 4 salî di hewza avdanê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh zarokekî 4 salî di hewza avdanê de xeniqî.

Li gundê Sakoyê yê Kolikê Emîrhan Elverenê 4 salî yê ku bi malbata xwe re çûbû nav baxçeyê xwe, ket hewza avdaniyê.

Malbata Emîrhan bi hewlên xwe ew ji hewz derxist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Emîrhan veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Tevî hemû hewldanan Emîrhan li nexweşxanayê canê xwe ji dest da.

Piştî karên otopsiyê cenazeyê Emîrhan radestî malbatê hat kirin.