Ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya toz û baran barînê

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Barîna Baranê Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê baran dibare û li bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê toz heye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, pêşbîniya rewşa hewayê ya îro eşkere kir.

Li gor pêşbîniya Saziya Keşnasiyê, îro ji bilî parêzgehên Erdexan, Qers, Îdir û Wanê dê li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Li derdorên Meletî, Çewlîg, Mûş û Bêdlîsê dê baraneke gur bibare.

Herwiha Saziya Keşnasiyê, ji bo bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê yên weke Riha, Mêrdîn, Dîlok û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozê da.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku heta pêwîst neke dernekevin derve.

Li aliyê din pileya germê dê li Qers û Erzeromê bi şev heta 3 pile dakeve û li Riha û Sêrtê demjimêrên roj heta 27 pile bilind bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst