Mînîbusa ku koçber tê de bûn qulibî: 20 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa ku koçber tê de bûn wergeriya û 20 koçber birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, koçberên di mînîbusê de Efxanistanî bûne û şofêr û 4 koçber jî ji cihê bûyerê reviyane.

Doh êvarê li nêzîkî gundê Xancolisê yê Elbakê, mînîbusa ku koçber tê de bûn, ji ber sedemeke ne diyar ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê cendirme tîmên tenduristiyê şandin cihê bûyerê.

Di bûyerê de 20 koçber birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan veguhestin nexweşxaneyên Wan û Elbakê.

Herwiha hate zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, koçberên di minîbûsê de Efxanistanî bûne û şofêr û 4 koçber jî ji cihê bûyerê reviyane.

Li aliyê din hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina şofêr û her çar koçberan dest bi xebatan kirine.