HAT NÛKIRIN - Otobusa Wanê wergeriya: 7 mirî, 40 birîndar

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Bûyerên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gurunê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan wergeriya.

Di bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan ku ji bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê diçû parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û ser bi Van Golu Turîzmê ye, îro demjimêr derdora 06:30 deqe li ser rêya Pinarbaşi-Gurunê nêzîkê gundê Cilikanê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî, parastina sivîlan, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman camên otobusê şikandin û rêwiyên di nav de derxistin.

Di bûyerê de li gorî zanyariyên destpêkê 7 kesan canê xwe ji dest daye û 40 kes jî birîndar bûne.

Birîndar ji aliyên tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst